Çop û gemera mehekê!

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 16 Hezîran 2022 - 22:06

  • Em mirov, her ku diçe, dinyayê qirêj dikin û me hay jê tine ye bê ka em li pey xwe çop û gemareke çawa dihêlin. 

Em mirov, her ku diçe, dinyayê qirêj dikin û me hay jê tine ye bê ka em li pey xwe çop û gemareke çawa dihêlin. Gelo hûn qet lê fikirîne, heger em çop û gemera xwe ya mehekê navêjin û kom bikin, ew ê bişibe çi? Aha va ye aktivîstê hawirdorê Rob Greenfield. Ji bo çop û gemara mehekê ya ku tenê însanek li pey xwe dihêle nîşan bide, mehekê çopên xwe navêtin û kom kirin. Çopên xwe li pişta xwe bar kirin û bi xwe re gerandin. Di dawiyê de jî ev dîmenê balkêş derket holê. Mirovekî ku di nav çopên xwe de winda bûye!

Greenfield bi bîr xist ku mirov li ser çopên xwe cara duyan qet nafikirin û piştî davêjin, ew ji bîr dikin û got, “Dema çopên me ketin qutiya çopê, em êdî li wê çop û gemarê nafikirin, ango ji bîra me diçe. Ji bo bînim bîra xelkê û bikim ku mirov du caran li ser çop û gemara xwe bifikirin, min tiştekî wiha kir. Hêvîdar im, mirov bêhtir vê rewşê fêhm bikin û baldar bin.”

Greenfield bang dike û dibêje, bila mirov dev ji xerîdariya zêde berdin û tiştên bi kêrî wan nayên jî zêde edim nekin. Heya ji wan tê tiştên ku xwezayê neherimînin, bi kar bînin û di vê meseleyê de hişyar bin.  

SACRAMENTO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.