- Cenazeyê Mehmet Hanefî Bîlgîn ê ku 5 meh beriya bê berdan, li girtîgeha lê dîl hate qetilkirin, doh hate veşartin.
Cenazeyê Mehmet Hanefî Bîlgîn ê ku 5 meh beriya bê berdan, li girtîgeha lê dîl hate qetilkirin, doh hate veşartin.
Malbata Bîlgîn, cenaze ji morga Goristana Karşiyakayê wergirt. Gelek kesan cenze li balafirgehê pêşwazî kir.
Wecîbeyên olî yên li Çewlîkê di bin dorpêç û zexta polêsan de hatin kirin. Piştre jî cenazeyê Bîlgîn li navçeya Dara Hênê li goristana Cûmhûriyetê hate veşartin.
Tevî xizmên Bîlgîn, nûnerên HDP'ê yên bajar, navçeyan û parlamenterên HDP'ê tevlî merasîma cenaze bûn.
Serdanên ji bo sersaxiyê jî li Mala Serxweşiyê ya Yenîşehîrê ya li navenda navçeyê tên qebûlkirin.
Bîlgîn ji ber sedemên siyasî ji sala 1992’yan ve dîlê dewleta Tirk bû. Tenê 5 meh mabûn bê berdan û ew li hepsê hat qetilkirin. Rêveberiya hepsê îdîa kir ku Bîlgîn ji ber ku dilê wî sekiniye wefat kiriye.
ÇEWLÎK