Caşên xwe jî bêserûşûn kirin
Çarşem 12 Tîrmeh 2023 - 03:48
- Dewleta Tirk a ku temamê siyaseta wê ya derve xwe disipêre siyaseta qirkirina Kurdan, caşên Kurd ên jê re li dijî gelê Kurd dixebitin jî bê serûşûn dike. Mesûd Îbo yê ji Qebasînê yek ji nimûneyên vê ye.
SILÊMANÊ ZAXURANÎ
Du serekcaşên çeteya Lîwa Yûsuf el-Ezma û Lîwa Ehfad Selah el-Dîn, ji sala 2015’an heta sala 2018'an caşîtî kirin ji dewleta Tirk û hevalbendên wê yên çete re. Lê îro dewleta Tirk û hevalbendên wê ev her du caş jî bêserûşûn kirine. Yek ji wan Mehmûd Xalo ye, yê ku weke Ebû Hemza navdar e. Yê din jî Mesûd Îbo ye, ew jî weke Ebû el-Mejd Komala dihat nasîn.
Ebû Hemza jî û Ebû el-Mejd Komala esas ji destpêkê ve dijminatiya Tevgera Azadiya Kurdistanê kirin.
Herçî Ebû el-Mejd Komala ye, ew berdevkê Desteya Şoreşgerî ya Kurd (Komala) bû ji 2013'an heta 2015'an.
Koma çete ya bi navê Lîwa Siqûr el Cebel li Helebê Îlona sala 2015'an Ebû el-Mejd Komala girt, lê ew zûzûka berda.
Ecêba mezin ew e, gava ku Ebû el-Mejd Komala Mijdara 2015'an xwest ji Sûriyê derkeve, eskerên Tirk ew girtin û êşkence lê kirin. Eskerên Tirk ew çend lê xistin ku ew paşê rakirin nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê bêhtirî hefteyekê hate dermankirin.
Mirov li bendê ye ku di rewşeke welê de mirov nas bike, ka dijminê binyada mirovî kî ye; lê Ebû el-Mejd Komala caş e û ji caşîtiya xwe nayê xwarê. Ew ji sala 2015'an ve tevî Ebû Hemza dibe ji fermandarên koma çete ya bi navê Lîwa Ehfed Selah el-Dîn û li dijî QSD'ê li Helebê şer dike.
Ew her du jî tevlî êrişa dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Cerablus û derdora wê bûn û li dijî QSD'ê nexasim jî li bereya nêzî Qebasînê şer kirin.
Pê hisiya lê dereng ma
Lê ji cehşa re neqediya. 4'ê Nîsana 2017'an koma çete ya ser bi dewleta Tirk, Ehrar el-Şamê dor li Qebasînê girt û avêt ser navenda Lîwa Ehfad Selah el-Dîn. Koma çete avêt ser mala Ebû Hemza jî. Wan 8 endamên çeteyê girtin. Lê komên çete paşê li hev kirin û kesên girtî hatin berdan.
Di Hezîrana sala 2017'an de komên çete êdî behsa dagirkirina Efrînê kir. Hingê cahşê din, Ebû el-Mejd Komala desteka tam da dagirkeran û ev desteka xwe jî li ser navê “berdevkê Desteya Şoreşger a Eşaîrên Kurd” eşkere kir.
Dilsozê caşîtiyê bû
Lê caşê din, Ebû Hemza êdî dizanî meseleya dagirkeriyê qirkirin e, lê dereng mabû. Wî destek neda dagirkeran. Cebhe Şamê ew girt, 3 rojan êşkence lê kir û du hefteyan girtî hişt. Wan piştre Ebû Hemza da dest istîxbarata Tirk MÎT'ê. Wan jî têra xwe êşkence lê kir. Di dawiyê de caşê çete, Ebû Hemza û endamên çeteyê yên pêre hatin bêsîlehkirin. Hevalê wî yê berê, Ebû el-Mejd Komala xwe ji wî dûr kir, ew “rûreş kir” û da zanîn ku ew bi temamî li gorî fermanên dagirkerên Tirk wê tevbigere. Bi vî rengî jî wî û endamên çeteya wî di dagirkeriya dewleta Tirk a Efrînê de heta 18'ê Adara 2018'an cihê xwe girtin.
Aqûbeta wî ne diyar e
Ebû el-Mejd Komala gava ku carekê di 4'ê Hezîrana 2018'an de di deriyê Bab el-Selame re dikeve Sûriyê, endamên çeteya Sultan Murad (yan jî yên Firqa Hemza) wî direvînin û didin dest istîxbarata Tirk.
Hemwextî vê yekê, 3 serekçeteyên din ên Kurd ên di nava dagirkeran de hatin revandin. Hingê li gorî nûçeyan her çar jî dan destê rayedarên Tirk û ew pêşî şandin hepsa Entabê û piştre jî şandin hepsa Enqerê. Herçî aqûbeta wan e, îro jî nayê zanîn.
Axir caşên ku di ber dagirkeran de xwe dan kuştin û destê xwe xistin xwîna şervan û mezlûmên Kurd, di dawiya dawî de xwediyê wan ew bê serûşûnkirin.