- Faris Herbo: Pirsgirêka Şengalê siyasî ye. Ewlekarî jî beşek e û di nava wê de cihê xwe digire. Pêwîst e pirsgirêka Şengalê, weke pirsgirêkeke siyasî were çareserkirin û statuyeke Şengalê hebe.
ÎDRÎS KARA
Ferman li pey fermanê bi ser civaka Êzidî de anîn, hîna jî nahêlin Êzidî bi awayekî azad li ser xaka xwe, li gorî çand û baweriya xwe bijîn. Niha jî dixwazin bi peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de a li ser Şengalê ferz bikin û fermaneke din bi serê Êzîdiyan de bînin. Civaka Êzidî li hemberî pîlan û êrişan hemûyan, di nava berxwedaneke bê hempa de ye û li ber xwe dide.
Berdevkê Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweser a Şengalê Faris Herbo, li ser gef û êrişên dewleta Tirk, ferzkirina peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Êzîdiyan, hevdîtinên Rêveberiya Xweser a bi aliyên Iraqê re, astengiya li hemberî vegera penaberan a ji bo Şengalê û hebûna hêzên Asayîşa Êzîdxanê ji me re axivî.
Peymana 9’ê Cotmehê bela ye
Faris Herbo destpêkê balê dibe ser peymana 9’ê Cotmeha 2020’an a di navbera Hewlêr û Bexdayê de ya li ser Şengalê. Herbo dibêje, di kesayeta Rêveberiya Xweser de, dixwazin civaka Êzidî hemû vê peymanê qebûl bike. Ev yek bi siyaseteke şerê taybet li ser îradeya civaka Êzîdî tê meşandin. Dema ku hevdîtin jî çêdibin, kesên ku em bi wan re rûdinin, guhdarî li me dikin, lê mixabin her weke xwe dimîne. Destpêka peymanê û niha jî, gelek endam parlamenterên Iraqê û partiyên Iraqê li ber radibin. Lê mixabin ji ber ku Iraq niha di gelek qonaxan re derbas dibe, ewlekariya wê di xeterê de ye. Li aliyekî din, xaka wê tê bombebarankirin, êrişên Tiriyeyê, korona rewşa xirab a aboriyê hene, her kes bi xwe ve mijûl e. Herwiha di mehên pêşiya me de hilbijartin jî hene, ev yek wisan dike ku her kes li şûna pirsgirêkên din, bi xwe re bijûl bibe. Di parlamenê de hîna jî taybet li ser rewşa Şengalê guftugo nehatiye kirin, jixwe, li gorî qanûnê beriya hilbijartinê di vê karê parlamenê jî raweste.
Rewşa Asayîşa Êzîdxanê
Faris Herbo behsa hêzên Asayîşa Êzîdxanê jî kir û got, di nava peymana 9’ê Cotmehê de behsa ewlekariya hindir û derve ya Şengalê tê kirin: "Me ji bo ewlekariya hundir xwest, hêzeke girêdayî Rêveberiya Xweser cih bigire. Bila ev hêz jî bi dewleta Iraqê ve girêdayî be, li ser vê mijarê gelek diyalog çêbûn. Me xwest fermandarî li cihê xwe bimîne, lê di heman demê de girêdayî Rêveberiya Xwser be. Gelekan xwest asayîş were belavkirin, heta niha encameke ku gelê me pê razî be, derneketiye holê. Asayîşa Êzîdxanê ya ku di 14’ê Tîrmehê de hatiye avakirin, hîn jî li ser wezîfeya xwe ye."
Statu her tiştî diyar dike
Faris Herbo bal bire ser fermîbûna saziyên di nava Şengalê de û got, "Di peymana 9’ê Cotmehê de, pirsgirêka Şengalê weke pirsgirêkeke ewlekariyê dîtine, lê ev ne rast e. Jixwe, şaşîtiya herî mezin ew bû, lê pirsgirêka Şengalê, pirsgirêkeke siyasî ye. Ewlekarî jî beşek e û di nava wê de cihê xwe digire. Pêwîst e pirsgirêka Şengalê, weke pirsgirêkeke siyasî were çareserkirin û statuyeke Şengalê hebe. Dema ku statu dan, wê saziyên me hemû, bi giştî Rêveberiya Xweser were qebûl kirin.
PDK nahêle penaber vegerin
Faris Herbo li ser astengiyênli ber vegera penaberan jî dibêje, van mehên bihûrî Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand ku divê di nava mehekê de hemû wargehên penaberan ên Başûrê Kurdistanê werin valakirin û penaber li warên xwe vegerin û wiha dewam kir: "Lê piştre Wezîrê Karê Hundir yê Herêma Kurdistanê derket û got, ev yek çênabe, biryareke siyasî ye û em qebûl nakin. Yanî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, esas PDK, penaberan bi rêya dosyayeke siyasî li hemberî Iraq û civaka Êzîdî bi kar tîne. Hikûmeta Herêmê dixwaze di dema hilbijartinan de û di warê aborî de feyde jê bigire. Di encamê de 200 hezar mirov ji bazara Başûr kel û pelan dikirin, ji bo vê jî aboriyek derdikeve holê. Ya din jî saziyên alîkariyê hene, ew sazî alîkariyê dişînin ji wan wargehan re. Lê di vir de jî Hikûmeta Herêmê li feydeya xwe digere."
Tirkiye ne tenê ji Şengalê re tehlûke ye
Faris Herbo di dewamê de diyar kir ku "Gef û êrişên dewleta Tirk ne tenê li ser Başûr û Şengalê ne, û esas gefên dewleta Tirk li dijî Bexda, Necef û Kerbelayê ne. Li ser tevahiya xaka Iraqê ye, ji ber dewleta Tirk behsa pîlanên xwe yên sala 2023, 2050 û 71´ê dikin. Dixwazin beriya 2023 herêmên stratejîk ên li Iraqê bi dest bixin. Çavê wan li Kerkûk û Musilê ye, ger tenê Iraq û Hikûmeta Başûr bêjin, ev gef ji bo Şengalê ne, ne rast e."
Wî wiha bang li aliyên elaqedar kir: "Divê gelê Iraqê, Kurdistanê û her kes li hemberî êrişên dewleta Tirk xwedî helwêst bin. Li ber Tirkan rabin, îro Tirk behsa Efxanistanê jî dikin, bi vî awayî diyar e ku dixwazin li her cihî hebin."
Faris Herbo behsa hevdîtinên bi nûnerên Neteweyên Yekbûyî yên li Iraqê re jî kir û got, "Di hevdîtinan de li me guhdarî dikin. Neteweyên Yekbûyî li Iraqê nikarin biryarekê bigirin, ew jî guhdarî dikin û ji hikûmetê re dibêjin. Bi taybetî di hevdîtinan de balkêş e ku nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê, Jeanine Plasschaert, dixwaze em peymana 9’ê Cotmehê qebûl bikin. Ew jî li ser me ferz dikin. Hevdîtinên me yên bi Iraqê û saziyên din ên navneteweyî re dewam dikin."
Beriya meşê gef xwaribû
Di 5’ê Tîrmehê de li Şengalê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê, meşeke girseyî hate lidarxistin, di meşê de hêzên Iraqê ciwanek girtibû û rojnamevanek jî birîndar kiribû. Herî dawî Faris Herbo li ser vê êrişê got, "Beriya ku meş çêbe, me hîs dikir wê tevlîheviyek çêbe. Meşa me li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û êrişên li dijî xaka Iraqê bû. Di sîstema artêşa Iraqê de lîwa hene, lîwaya 72 li Sinûnê û gundê Şemal heye. Berpirsê wê jî Rukin Mihemed Casim e. ev kes beriya meşê bi telefonan li xelkê me digeriya û ji bo neçin meşê, gef li wan dixwar. Di çalakiyê de ciwanek hatibû girtin û rojnamevanek jî bi guleya wan birîndar bûbû. Me daxwaza lêkolînê kiriye, ji ber ku di qanûna Iraqê de nabe gule li ser girseya gel bê reşandin. Berpirsê bûyerê, berpirsê lîwaya 72 Rukin Mihemed Casim e. Em ê di hevdîtinên xwe de ciddî li ser vê mijarê bisekinin.
Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an
Xalên peymana 9´ê Cotmehê di navbera Bexda û Hewlêrê de ev in:
1. Qeymeqamekî nû wê ji bo Şengalê bê hibijartin.
2. Ewlekarî wê di bin kontrola hikûmeta federal ya Iraqê de be.
3. Hêzên ewlehiyê dê 2.500 kes bin û ji xelkê herêma Şengalê bin.
4. PKK û grûbên ser bi wê ve dê ji Şengalê werin derxistin.
5. Ti kesê nêzîkî PKK’ê dê di nav hêzên nû de cih negire.
6. Hewlêr û Bexda dê ji bo avakirina Şingalê û rêveberiya wê, bi hev re bixebitin.