'Bijî berxwedana zindanan'
Duşem 28 Kanûn 2020 - 16:38
Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û bidawîbûna zextên li hepsan, girtiyan greva birçîbûnê dabû destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 7’an di roja 33´yan de dewam dike.
Ji bo balê bibin ser grevên birçîbûnê li taxên Alîpaşa û Îskenderpaşa yên Sûra Amedê li ser dîwaran ‘Bijî berxwedana zindanan’ hate nivîsandin.
AMED