Bi tank top û xayînan em naqedin!

Duşem 3 Hezîran 2024 - 03:15

  • Mûrat Karayilan: Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê xwe dispêre zemîneke civakî û destnîşan kir ku ev rastî bi tank, top, piştevaniya hêzên derve û xayinan tine nabe.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bi wesîleya salvegera 20'an a Pêngava 1'ê Hezîranê ji ANF'ê re axivî û derbarê pirsa Kurd û çareseriyê de nirxandinên girîng kirin.

Karayilan qala meseleya Kurd û li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê kir û wiha got:’’Pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê rastiyeke ku nayê înkarkirine. Hemû dewlet û gelên cîhanê pirsgirêkên civakî yên bi vî rengî bi diyalogê û bi pêşxistina hin sîstemên siyasî çareser kirine. Dema ku em li mînakên Asya, Hindistan, Ewropa û Latîn Emerîkayê dinêrin, pirsgirêk ji têgihiştinên şovenîst, tekparêzî yên wekî 'yek dewlet, yek netewe, yek welat' ku bi neteweya hişk têne nasîn wêdetir, bi nêzîkatiya pirrengî gelek pirsgirêk çareser bûne. Îro li Spanya, Îngilistan, Belçîka û Swîsreyê mînakên zindî hene; li Hindistanê mînakek zindî heye. Mînakên wiha li hemû cîhanê tên dîtin. Dema ku bi çavên rast lê binêre wê pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê divê çawa were çareserkirin wê bibînin.

Xefletê jiyan dikin

Karayilan destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide pirsa Kurd bi şer çareser bike û wiha got:’’Mixabin yên ku difikirin an jî bawer dikin ku bi têkoşîna me re wê doza azadiya Kurdistanê biqedînin hene. Siyasetmedar an jî kes bi hişmendiya civakî ku li rastiyan binêre wê bibîne ne ku ev ne pêkan e. Îro doza azadiya Kurdistanê xwe dispêre civakê. Ne tenê çekdarên li çiyayan, li her bajar û gundên Kurdistanê bi hezaran ciwan û zarok jî şopdarên wê ne. Tenê kesên ku ji hişmendiya civakî dûr in û xwedî zihniyeteke kevneperest, nijadperest in difikirin ku ev doz bi kuştina şervanên wê biqede. Eşkere ye ku bi têgihiştinên netewe-dewletparêz ên xwedî perspektîfên teng û şovenîst nikarin bigihêjin rastiyên sedsala 21’an. Sepandina vê perspektîfa nijadperest, teng a MHP’ê li ser Tirkiyeyê, wê bibe yek ji mezintirîn xerabiyên ku li Tirkiyeyê bê kirin. Lê desthilata heyî îro vê yekê dike. Em rastiyeke civakî ne. Em wekî gel rastiyek in, em wekî gerîla rastiyek in; Rêber Apo weke rêberekî rastiyekê temsîl dike. Mirovên ku difikire bi tang, top, bi desteka hêzên derve yan jî bi hin derdorên Kurd ên îxanetkar re wê tine bike yan jî wê ser vê rastiyê bigirin ji xefletê pêvtir ne tiştekî din e.

Gotina tiliyên derve xapandin e

Mûrat Karayilan derbarê gefên li dijî Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê yên di demên dawî de jî ev nirxandin kirin:’’Gotinên ku Emerîka wê ji PKK’ê re dewletekê ava bike gotegotin e. Îdîayeke vala ye ku tu eleqeya wê bi rastiyan re nîne; ev berevajîkirina rastiyê ye. Dewleta Tirk 40 sal in bi piştgiriya DYE û NATO’yê li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê û têkoşîna azadiyê şer dike. Bêyî desteka NATO’yê dewleta Tirk nikarîbû şer evqas dirêj bidomanda. Ma ne mînaka herî berbiçav ew e ku Rêber Apo ji aliyê hêzên navneteweyî ve bi komployekê hatiye girtin û radestî Tirkiyeyê kirin? Ma ne dewleta Tirk bi piştgiriya DYE û NATO’yê li Iraq û Sûriyeyê ewqas aktîf e û cihê ku dixwaze êrîşî wir dike? Heta li Başûrê Kurdistanê hinek Kurd bi Tirkiyeyê re tevdigerin, bingeha vê ma ne ev hêz in? Bi kurtasî, DYE piştgirî dide wan. Ji bo vê jî ‘xelat’ danî ser serê hevalên me. Li gel vê jî, têkiliya taktîkî ya DYE’yê ya bi QSD'ê ya li Rojava ku tenê li dijî DAÎŞ'ê hatiye pêşxistin, bi me yanî bi PKK'ê re bê girêdan, dûrî aqilan e. Beriya her tiştî PKK û QSD ne heman tişt in. Wekî din, têkiliyek li wir têkiliyek pir bisînor, teng e. Li gorî kevneşopiya DYE’yê, hemû pêdiviyên av û xwarina leşkerên xwe ji derve tîne. Ji ber vê çendê hefte carekê lojîstîk bi konvoyan vediguhezînin, lê gazinan dikin û dibêjin, "Çekan ji QSD'ê re dibin." Lê belê, rewşeke wiha tune. Heger wisa be jî ne rast e ku mirov wê bi PKK’ê re girê bide. Dîsa dijminatiya li hemberî pergala demokratîk heye. Belê, dewleta Tirk li dijî van hilbijartinan derdikeve, wan hilbijartinan neqanûnî bi nav dike. Her wiha li ser vê mijarê ji aliyê Wezareta Parastinê ve daxuyanî hat dayîn. Bi qasî ku ez dizanim 6 milyon kes li wir dijîn. Ev kes hewl didin bi sîstema herî demokratîk xwe bi rê ve bibin, lê rejîma AKP-MHP’ê li dijî hilbijartinên xwecihî yên demokratîk agir ji devê wan dibare. Ne tenê li hemberî Kurdan, li hemberî hemû kesên li wir dijîn nêzîkatiyeke dijminane pêş dixin. Ev rewşek dînbûnê ye. Dijminatiya bi vî rengî ya li hemberî gelê Kurd bi awayekî din nayê ravekirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.