Terorîzma Tirk: 30 navendên sivîl derxizmet man
Yekşem 27 Cotmeh 2024 - 17:30
- Di encama êrişên dagirkeriya qirker yên dewleta Tirk de yên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê 30 navendên binesaziya sivîl derxizmet man. Navendên ku bûne hedefa êrîşên Tirk asta dijminatiya li Kurdan destnîşan dike û nîşan dide ku dewleta Tirk pergala exlaqê şer û nirxên mirovî li dijî Kurdan betal kiriye.
Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji şeva 23’yê cotmehê heta niha bênavber didomin. Li gorî nûçeya ANHA’y dewleta Tirk bi balafirên şer, balafirên biçek û bêmirov û topan jîngeh, binesazî û saziyên xizmetê hedef girt. Bi vê çarçoveyê navendên tenduristî û perwerdeyê, firin, depoyên ard û genim, sîloyên genim, santralên ceyranê, şîrket, febrîqe, şebekeyên telefonê, stasyonên av, gaz û petrolê hedef hatin girtin.
Di êrişan de li Kantona Cizîrê 30 navendên sivîl derximet man.
Navên navendên derketin derveyî xizmetê ev in:
Li Dêrikê;
* Stasyona Siwêdiyê ya ceyranê
* Stasyona xazê ya Siwêdiyê
* Stasyona Girzîro ya petrolê
* Kargeha Zozan a Mast û Penêr
* Kargeha kîsên naylon a li gundê Mêrga Mîra
* Garaca li bajarê Dêrikê
Li bajarokê Rimêlanê;
* Navenda sererastkirina erebeyan
* Navendeke avahîsaziyê
* Stasyona komkirina petrolê
* Navenda dagirtina oksecînê
Li Tirbêspiyê;
* Stasyonê petrolê ya Seîda
* Stasyona Babasî ya petrolê ya li gundê Kêl Hesnak
* Zeviya Oda ya petrol û xazê
* Parzûngeha petrolê ya li gundê Beyazê
* Parzûngeha petrolê ya li gundê Girê BePirê
* Stasyonê elektrîkê
Li Qamişlo;
* Navenda Tenduristiyê ya li taxa Xelîc
* Navenda Tenduristiyê ya li taxa Meyselûn
* Navendeke avahîsaziyê li ser rêya Hizam
* Kargeha dirûnkariyê
* Embara genim
* Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê
* Navenda avahîsaziyê ya li gundê Heremê Şêxo
Li Amûdê;
* Stasyona elektrîkê
* Firine
Li Til Temir;
* Kargeha Çemento ya Îstîqamê
* Banka Çandiniyê
Li Eyn Îsa;
* Embara genim
Li Kobanê;
* Stasyona elektrîkê
* Firine
* Embara genim a li gundê Rovî
MA