Armanca êrîşan valakirina Rojava ye
Yekşem 27 Cotmeh 2024 - 17:00
- Rojnameger Mîdye Omer derbarê êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê da zanîn li dijî êrişan ew ê serî netewînin û wiha got: ‘’Ji ber rewşa aloz a li Tirkiyeyê êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî zêde dibin. Dewleta Tirk a dagirker niha li seranserê Rojava êrişeke dijwar dest pê kiriye. Lê li dijî êrişên li Rojava têkoşîn jî dewam dike.”
ROZA METÎNA
Bi êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binesaziya gelek bajaran bûn hedef û zarok jî hatin qetilkirin. Dewleta Tirk bi SÎHA’yan êrişî embarên genim ên li gundê Rovî yê Kobanê kir. Di êrişê de 7 karker birîndar bûn. Di heman demê de êriş li ser Şengal û Mexmûrê jî pêk hatin. Li dijî van êrişana welatî daketin qadan û peyama “Em serî natewînin” dan.
Rojnamegera li Rojavayê Kurdisatanê kar dike Mîdye Omer derbarê mijarê de nirxandin kir.
Rojnameger Mîdye Omer anî zimên dewleta Tirk bi taybet kampên ku koçberên ji Efrînê hatine lê dimînin jî kirine hedef û diyar kir bi vê dixwazin Kurd cara duyem koçber bibin û got,’’Jixwe sedema şewitandina dewleta Tirk a bi tonan genim jî ev e. Gelek cih ji ber êrişan bê av û ceyran man. Her wiha karkeran jî di êrişan de jiyana xwe ji dest dan.”
Komkujî pêk anî
Mîdye bi lêv kir ku di êrişên dewleta Tirk de zarok jî hatine qetilkirin û wiha dewam kir:”Tirkiyeyê bi êrişên xwe li Til Rifatê komkujî pêk anî. Zarok jî bi vê re hatin qetilkirin û dayikên wan jî birîndar dibin. Ev qirêjiya dewleta Tirk a li ser herêmê her tim dewam dike.”
Dixwazin bajaran bidin valakirin
Mîdye diyar kir ku bi taybet dewleta Tirk binesaziya bajaran dike hedef û wiha got:”Li Kobanê, Şehba, Eyn Îsa, Şehba, Qamişlo, Minbicê dewleta Tirk û çeteyên wê bi dijwarî bi tanq û topan êriş dike. Bi balafirên bê mirov jî dewleta Tirk sîvîlan û binesaziya bajêr dike hedef. Armanca hedefgirtina binesaziya bajêr ew e ku bajaran vala bikin. Lê belê hêviya welatiyên li vir zindî ye û li dijî êrişan ranawestin.
Rojnameger jî dibin hedef
Mîdye da zanîn ku rojnamegerên ku nûçe dişopandin jî bûne hedef û wiha got:”Di êrişên dewleta Tirk de rojnamegerên ku nûçeyan dişopînin jî bûn hedef lê belê ew dîsa jî dev ji pênûsa xwe bernadin. Dîsa welatiyên li vir li dijî tecrîdê û li dijî êrişan çalakiyên xwe dewam dikin. Di bibîranîna Şehîd Bêrîtan de daketin qadan û vîna xwe nîşan dan.”
Gel dijî êrîşan rabû
Mîdye da zanîn li dijî êrişan welatî daketine qadan û wiha got:”Li dijî êrişan bi hezaran kes daketin qadan û peyama em ranawestin dan. Êriş şermezar kirin, dengê xwe bilind kirin û gotin, ‘wê tu carî êrişên dewleta Tirk hêz û îradeya me binpê neke’.”
Zarokên pênc salî qetil dikin
Mîdye bi lêv kir ku niha demsala zivistanê tê loma jî welatî hîn zêde di bin bandora êrişan de dimînin û wiha got:”Dewleta Tirk êrîşên bêsînor tîne. Gelo dewleta Tirk bi çi mantixê zarokeke 5 salî qetil dike ? Dewleta Tirk bi van êrişana dibêje bila welatî pêdiviyên xwe yên jiyanî peyde nekin. Niha demsala zivistanê jî tê. Ger mazot, av, ceyran tune be wê reşwa welatiyan çawa be ? Dewleta Tirk bi van êrişana dixwaze welatî li dijî Rêveberiya Xweser gazinan bike. Lê welatiyên li vir armanca van êrişên qirêj ên Tirkiyeyê baş dizanin.”
Êrîş têkilî tecrîdê ne
Mîdye bal bir ser girêdana di navbera tecrîd û êrişan de û wiha got:”Êrişên niha tên kirin em nikarin ji tecrîdê qut binirxînin. Niha êriş li ser Şengal û Mexmûrê jî tên kirin. Vana hemû bi tecrîdê girêdayîne. Niha mafê hêviyê jî ji bo Rêberê me nayê dayîn û ev yek pêşî li çareseriya siyasî jî digire. Her wiha bi êrişan tê xwestin rojev jî bê guhertin.”
Mîdye herî dawî da zanîn ew ê tu carî bi êrişan vîna wan têk neçe û got wê hêz û vîna wan a li dijî êrişan hîn xurtir bibe.