- Jina ciwan Delal El-Ehmed li gundê Um Hoşê yê Kantona Şehbayê ye û 15 salî ye. Delal dema piçûk bû ji ber nexweşiyeke giran kerr bûye û her wiha nikare biaxive, yanî lal e jî.
RAPERÎN BEKIR
ANHA/ŞEHBA
Dapîra Delal El-Ehmed ya bi navê Rebîa Elî El-Ehmed behsa jiyan û hunerê Delal a ku di encama nexweşiyeke giran de kerr bûye û di heman demê de lal e, dike û dibêje, "Delal ruxmê astengiyan hemûyan jî bi hunerê xwe jiyana xwe dixemilîne û ji jiyanê hez dike."
Jina ciwan Delal El-Ehmed li gundê Um Hoşê yê Kantona Şehbayê ye û 15 salî ye. Delal dema piçûk bû ji ber nexweşiyeke giran kerr bûye û her wiha nikare biaxive, yanî lal e jî. Sê xwişk û birayekî Delalê hene û li cem dapîr û bapîrê xwe dimînin. Delalê ruxmê kerrbûn û lalbûna xwe, dev ji hezkirina xwe ya huner bernedaye. Delal hestên xwe yên xweşik li ser wêneyan xêz dike û jiyana xwe manedar dike. Dapîra Delalê ya bi navê Rebîa Elî El-Ehmed behsa hunerê nêviya xwe Delalê ji me re dike.
Rebîa wiha behsa meraqa Delalê ya ji bo huner dike: "Delal keçikeke zîrek e û hîn temenê wê piçûk bû hînî xwendin û nivîsandinê bû. Dema Delalê piçûk bû, destpêkê çû dibistanê, lê ji ber zehmetiyan paşê li malê xwe hînî xwendinê dikir. Bala Delalê di berê ve li ser wênexêziyê bû. Delal niha çi wêne bala wê bikişîne di mejiyê xwe de ji ber dike û dema tenê dimîne wî xêz dike. Her wiha bi morîkan paçan dineqişîne. Delal jiyana xwe bi wênexêziyê dixemilîne."
Nikarîbûn Delalê derman bikin
Rebîa bal dibe ser nexweşiya Delalê û dibêje, "Delalê hîna piçûk bû nexweş ket û ji ber nexweşiyê kerr û lal bû. Me gelek caran ji bo ku Delal baş bibe ew dibir doktoran. Guhê Delalê yek qet nabihîse û yê din jî ji sedî deh dibihîse. Dema dawî me Delal careke din bir doktor da ku guhê wê derman bikin, lê mixabin aloziya ku li Sûriyeyê qewimî û şer, em neçar kirin koçber bibin û me nikaribû Delalê derman bikin. Piştî deverên me ji çeteyan rizgar bûn, em vegeriyan Şehbayê, lê niha jî ambargoya Rejîma Sûriyeyê li ser herêmên me tê ferzkirin û niha em nikarin Delalê bibin doktoran."