- Nils Andersson: weke teroprîst bi navkirina PKK´ê heqarete li miletê Kurd.
Li ser daxuyaniya wezareta karê derve ya Fransayê ku ya 7´ê Mijdarê ya ku PKK weke rêxistineke terorîst bi nav kir, nivîskar, weşanger û şoreşgerê navdar Nils Andersson bersivek nivîsî. Wî got, weke terorîst bi navkirina PKK´ê heqareta li miletê Kurd bi nav kir.
Nils Andersson li ser daxuyaniya wezareta karê derve ya Fransayê got, daxuyaniya li ser Başûrê Kurdistanê radibe bi bîr dixe ku PKK li gorî Yekîtiya Ewrûpayê rêxistineke terorîst e, û wî ev yek weke eyb û şerm bi nav kir.
Nils Andersson bi bîr xist ku Kurdên li Bakurê Kurdistanê ji dawiya împaretoriya Osmanî û vir ve her ji bo serxwebûn û xweseriyê têkoşiyane, PKK jî ji 40 salan ve hem çekdarî, hem bi demokrasiyê û hem jî bi navgînên pasîfîk ji bo heman armancê têdikoşe. Ew dibêje, bêyî ku zilma dewleta Tirk, heqaretên wê, sûcên wê yên dema şer û sûcên li dijî mirovahiyê bên dîtin, nabe ku li ser vê yekê gotin bê kirin. Wî her wiha terora dewleta Tirk a ku 2013´an li Parîsê 3 jinên şoreşger ên Kurd qetil kirin jî bi bîr xist.
Ew tevgera piştgiriya bi miletê Kurd a li Bretagnê jî bi bîr dixe û kitêba li ser wê piştgiriyê jî* û dibêje, "Bîst û pênc salên li cem miletê Kurd di heman demê de şahidiya piştgiriyeke mînak e jî. Hem di warê protestokirina zilmê de, hem di warê hişyarkirina li ser binpêkirina mafan, banga ji bo rêzgirtina ji mafê mirovan re û ji bo seferberkirina xelkê û rayedaran li dijî newekhewviyên di dozên edlî û berdana kesên di hepsê de."
Dîrok terorîstên bi rastî nas dike
Paşê ew behsa şerê YPG´ê li dijî DAIŞ´ê dike û dibeje, "Lê weke xwişk û birayên xwe yên li Tirkiyeyê, bi hinceta realpolîtîkê civaka navneteweyî xiyanet li Kurdên Rojava kir, ew tenê hiştin û destê xwe li hemberê Erdogan ber xwe re berdan."
Piştî van gotinên xwe ew meqaleya xwe wiha bi dawî dike: "Lê belê dîrok biryarê dide û ji hev derdixe ka kî ye terorîstê bi rastî. Trîbûnala Navneteweyî ya Miletan, sala 2019´an biryara xwe eşekere kir: Dewleta Tirk weke berpirsiyarê redkirina mafê diyarkirina çarenûsê ya miletê Kurd hat dîtin, bi wê yekê ku wê li ser miletê Kurd nasnmaeya Tirk ferz kir, nasnameya wî bi xwe mandel kir, û beşdarbûna wî ya nav jiyana siyasî, aborî û çandî a welêt, û bi wê yekê klu wê ev hemû weke tehlûkeyek ji otorîteya dewleta Tirk dît… Serokkomarê dewleta Tirk, Recep Tayyip Erdogan di kirina van sûcên dema şer, sûcên delweta Tirk nexasim li bajarên başûrrojhilatê Anadolê de xwedî berpirsiyariyeke yekser e.
* André Metayer, Vingt-cinq années au côté du peuple kurde, Préfaces de Mgr Jacques Gaillot et de N. Andersson
NAVENDA NÛÇEYAN