• Artêşa Iraqê li navenda Şengalê êrişî dezgeha ciwanên Êzîdî kir. Rojnamevanên ku çalakî dişopandin jî rastî êrişê hatin, kamerayên wan hatin şikandin û desteserkirin.

Artêşa Iraqê li navenda Şengalê êrişî dezgeha ciwanên Êzîdî kir. Rojnamevanên ku çalakî dişopandin jî rastî êrişê hatin, kamerayên wan hatin şikandin û desteserkirin.

Ciwanên Êzîdî li navenda Şengalê, di çarçoveya çalakiyên ji bo salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de, xwestin dezgehekê danin.

Artêşa Iraqê, bêyî ku hincetekê nîşan bide, êrişî çalakiya ciwanan kir. Leşkerên artêşa Iraqê bi jopan êrişî ciwanan kirin, dezgeh ji hev belav kirin û her wiha dest danîn ser pirtûk, wêne û tevahiya alavan.

Di heman demê de leşkerên artêşa Iraqê, êrişî nûçegihanên Rojnewsê û rojnamevanên din ên ku çalakî dişopandin, kir. Di vê êrişê de kamerayên rojnamevanan hatin şikandin û alavên wan ên teknîkî jî hatin desteserkirin.

Aloziya li navenda Şengalê gava nûçeya me dihat amadekirin hê jî dewam dikir.

ROJNEWS/ŞENGAL