• Hîna rêyeke dirêj li ber me heye, lê belê di demeke nisbî kurt de me gelek bi dest xist, nexasim di meseleya serwextbûna li hepskirina Ocalan, û girîngiya nivîsên wî miletê ew tesîrê lê dike. 

Left-Green li Ingilîstanê tevgereke siyasî ya ekolojîk e ku çepgir e. Li ser navê wê Peter Boyle bi sendîkavan Clare Baker re li ser Kampanyaya Ocalan Azad Bikin, hevpeyvîn kiriye. Clare Baker nûnera sendîkaya "The Unite Union" e û ev sendîka xwediyê înîsiyatîfa wê yekê bû ku Kongreya Sendîkayên Brîtanî (TUC) destekê bide Kampanyaya Ocalan Azad Bikin. 600 nûnerên 6 milyon kedkarên Brîtanî di kongreya TUC'yê de posterên Ocalan û bi daxwaza azadiya wî hilgirtibûn. Em li jêr wergera Kurmancî ya vê hevpeyvînê bi were parve dikin.

Çima ji bo tevgera sendîkavaniyê, kampanyaya Abdullah Ocalan Azad Bikin, muhim e?

Tevgera sendîkayan xwedî dîrokeke dirêj û cihê şanaziyê ye di warê destekkirina têkoşîna karker û miletên bindest ên li seranserê dinyayê de. Em ji bo mafê Filistîniyan, sendîkavanên li Kolombiyayê, miletê bindest ê Rojavayê Sehrayê, sendîkavanên Myanmar û Belarûsê têkoşiyan. Û em her wiha li dijî siyasetên rastgir ên tepisandinê yên wan hikûmetên weke ya Bolsonaro li Brezîlyayê jî têkoşiyan. Di nava vê dîrokê de kampanyayên ji bo berdana girtiyên siyasên yên weke Cuban 5, Lula, û helbet Nelson Mandela jî hene.

Kampanyaya ji bo azadkirina Abdullah Ocalan dewama vê çalakgeriyê ye. 

Hepskirina Ocalan li Girava Îmraliyê bêhtirî 22 salan di şert û mercên herî neinsanî de ye, bêyî xwe gihandina parêzeran û malbatê, yan jî bi pirr kêm xwegihandina wan. Ew girtiyekî siyasî ye û tecrîdkirina wî neqanûnî ye, kêfî ye û hêmanên herî sereke yên mafê mirovan jî binpê dike. 

Nirxên Ocalan ên wekheviyê, azadiya jinê, demokrasî û azadiya ji zemînê hemû di heman demê de nirxên tevgera sendîkavaniyê ya navneteweyî ne jî. Em qebûl dikin ku nivîsên wî tesîr kirine li civaka ku xwe ava dike li bakur û Rojhilatê Sûrî, ev civak jî van nirxan hembêz dike, û ew destpêka civakeke bi rastî wekhev e, ya ku wê li her derî gelekî hêja be, lê li Rojhilata Navîn qedirbilindtir be, lewma li wir desthilat xwe li mafên wekhev, nexasim ji bo jinan kerr dikin. Em her wiha dibînin ku hepskirin û tecrîdkirina Ocalan xwe di civaka Tirk de dide der, bi rêya şerê hikûmetê yê li dijî miletê Kurd li nav sînorên Tirkiyeyê û li derveyî sînorên wê.

Em her wiha dibînin ku ev şer berfireh dibe, û her kesê li dijî tundrawiya dewleta Tirk dikeve ber vî şerî; sendîkavan, muxalefet hemû û nexasim HDP, rojnamevan, jin û mamoste bi awayekî sîstematîk tên tepisandin, hikûmeta Erdogan êrişî wan dike û wan tecrîd dike. Em qebûl dikin ku divê mirov li ber vê çûna ber bi otorîtaryanîzmê ve ya li Tirkiyeyê rabin, û hikûmeta me ya ku bazirganiyê dike û têkiliyên wê hene bi dewleta Tirk re divê berpirsiyar bê girtin ji ber çalaknebûna beramberî binpêkirinên dewleta Tirk ên mafên mirovan û yên medenî li Tirkiyeyê û derveyî Tirkiyeyê.

Tevgera sendîkayan qebûl dike, ji bo ku aştiyeke muzakerekirî li Tirkiyeyê û li herêmê çbe, û heger wê ti maneya maf û rûmeta mirovan hebe, lazim e Ocalan bê berdan, çawa ku beriya wî Mandela lazim bû bê berdan. 

Asta serwextbûna li pirsgirêka Kurd û nexasim li Abdullah Ocalan çi bû gava ku kampanyayê pêşî dest pê kir?

Timî destekkirina miletê Kurd hebû û haya me hebû ji zilma bi salan a li seranserê herêmê bi serê Kurdan de dihat, lê ji bilî vê di nava tevgerê de bi tiştekî zêde nedihat zanîn. 

Bi her halî, di dema dorgirtina li Kobanê bi destê DAIŞ'ê de û gava Erdogan asteng kir ku Kurd ji bo alîkariya xelkê Kobanê sînor derbas bikin, piştgiriya pasîf veguherî kampanyaya çalak. Li vir halê bi gewdebûyî yê herî mezin ê faşîzmê û terorê hebû li hemberî dinyayê û Erdogan alîkariya şerê li dijî wê nedikir. 

Vê jî kir ku em Ocalan bêhtir nas û fêm bikin û her wiha serwext bibin li rola wî weke rêberê tevgera siyasî ya Kurd, revandina wî, hepskirina wî, tecrîdkirina wî û helbet nivîsên wî hên fewqulade yên di hepsê de, û ka van nivîsan çawa tesîr kiriye li Rojava û bajarên Kurdan li Tirkiyeyê.

Bi vî awayî sala 2016'an kampanyayê bi awayekî fermî li parlamena Meliktiya Yekbûyî bi destê sendîkayên The Unite Union û GMB hat destpêkirin. Û ji hingê ve 15 sendîkayên din yên neteweyî destek dan kampanyayê, TUC û şirketa hiqûqzaniyê ya sendîkavaniyê Thompson û tevahiya aliyên ser bi wan ve destek dan kampanyayê.

Gavên sereke yên kampanyayê çi bûn ji bo ku serwextbûna li kampanyayê bê zêdetirkirinû helbest destekkirina wê jî bê mezinkirin di nava tevgera sendîkavaniyê de?

Gava herî mezin dewam dike; û ev jî perwerdekirina sendîkavanan e li ser Ocalan, ka ji bo çi Ocalan girîng e, û em wan li ser têkoşîna Kurdan jî perwerde dikin. Me ev bi rêya çendek çalakiyên di asta jor de muhim jî kir. Lê her wiha bi dersên perwerdekirinê, komîte û konferansan jî. Sala 2018'an kampanya mijara fermî ya navneteweyî ya Galaya Karkerên Kanan a Durbanê bû; ev jî festîvala herî mezin a çîna karker e li Meliktiya Yekbûyî. Qederê 150 ta 200 hezar mirovî beşdarî wê dibin, wan jî ji ber vê kampanyay dît. Sala 2019'an kampanya mijara fermî ya Festîvala Şêhîdên Tolpuddlê bû, ev festîval jî bi mezinahiya xwe, pistî ya Durhamê ya herî mezin e. Heman salê kampanyayê çalakiyek li konferansa TUC'yê kir; delegeyan wêneyên Ocalan hilgirtin; tevî ku çalakiyeke têra xwe besît bû, girîngiya wê mezin bû û kampanya xiste nava mainstreamê û di qismekî tevgera sendîkayan a Meliktiya Yekbûyî de bi cih bû. 

Hîna rêyeke dirêj li ber me heye, lê belê di demeke nisbî kurt de me gelek tişt bi dest xistin, nexasim di meseleya serwextbûna li hepskirina Ocalan, û girîngiya nivîsên wî miletê ew tesîrê lê dike. 

NAVENDA NÛÇEYAN