Armanc qedexekirina Kurdî ye

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 19 Cotmeh 2020 - 23:45

  • Şanoger Perînaz: Piştî ku lîstika Bêrû qedexe kirin, em jî bi şanogerên Kurd re hatin gel hev û em bi navê Hinek Henek derketin pêşberî temaşevanan. Ew çiqas qedexe dikin bila bikin em ê şanogeriya bi Kurdî bidomînin.

Şanogera Kurd Perînaz Delazî, dibêje, li Tirkiyeyê dewlet yekser cudakariyê li dijî Kurdan dike, ji ber wê di warê xebatên hunerî de jî hunermendên Kurd tên astengkirin û bi awayê azad nikarin xebatên xwe bimeşînin. 
Teatra Jiyana Nû, lîstika şanoyê ya nivîskar Darîo Fo ya bi navê "Bêrû" bi Kurdî pêşkêş dikir. Lê beriya ku lîstik li ser dika şanoyê ya Gazîosmanpaşa ya Stenboê bê nîşandan bi demeke kurt, Qeymeqamê Gazîosmanpaşayê lîstik qedexe kiribû. Şanoger Perînaz Delazî ya ku li Wanê di Şanoya Mencelê de bi Kurdî şanogeriyê dike, dibêje, ew ti maneyê li qedexekirina şanoya bi Kurdî nikare bar bike, û tîne ziman ku ew ê şanogeriya bi Kurdî dewam bike.  
 
Dereng bû baş bû lê nebû

Perînaz dibêje, "Cara yekê wê Şaredariya Stenbolê ya Bajarê Mezin lîstika bi Kurdî bi awayê fermî bida nîşandan. Tişta ku bi salan nehatibû kirin dê vê carê bihata kirin. Li metrepola ku zêdetirî 6 milyon Kurd lê ne û bi gelek zimanan şanogerî lê tê kirin, dema mijar dibe Kurdî, pirsgirêk tên derxistin. Ji bo şaredariyeke ku xwedî paşerojeke 106 salan e û cara yekê bernameyeke bi Kurdî tê çêkirin, şermeke pirr mezin e. Lê ji bo me gaveke erênî bû. Ji ber ku bi derengî jî be wateyeke wê hebû."
Perînaz tîne ziman ku ji bo şanoyên taybet li ser piyan bimînin di nava hewldanan de ne, lê şanogerên Kurd mecbûr dimînin ku bêhtir hewl bidin: "Li gel vê, pirsgirêka me ya hatina gel hev a bi temaşevanan re jî heye. Dema lîstik bi Kurdî be, dibêjin, tiştek di vê lîstikê de heye. Wekî bi her zimanî huner tê kirin, dikare bi Kurdî jî bê kirin. Lê ji ber polîtîkayên li Tirkiyeyê, ev nikare bê kirin. Em mecbûr dimînin ku bibêjin, em şanoger in. Em jî şanogeriyê dikin, belê bi Kurdî dikin. Armanc ne qedexekirina şanoyê ye, armanc qedexekirina Kurdî ye. "
 
Cudakariya li dijî Kurdan

Perînaz dibêje dewleta Tirk li dijî Kurdan cudakariyê dike û wiha dewam dike: "Ji ber vê ye ku di navbera şanogeriya bi Kurdî û bi Tirkî de jî cudakarî tê kirin. Heger min îro bi Tirkî şanogerî bikira, zext li min nedihat kirin û lîstika min nedihat qedexekirin. Qedexekirina şanoya bi kurd nayê qebûlkirin." 
Perînaz dibêje, ew ê jî bi lîstikên qerfê bersiva cudakarî û qedexekirina Kurdî bidin û wiha dawî li axaftina xwe tîne: "Piştî ku lîstika Bêrû qedexe kirin, em jî bi şanogerên Kurd re hatin gel hev û em li meydaneke azad bi bernameyeke di televîzyonê de ya qerfî ya bi navê Hinek Henek derketin pêşberî temaşevanan. Ew çiqas qedexe dikin bila bikin em ê şanogeriya bi Kurdî bidomînin."

JINNEWS/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.