Armanc parastina welat e

Duşem 31 Adar 2025 - 03:25

Xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 8’ê Çileya 2025’an ve, bi awayekî kom bi kom li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û ji bo parastina Bendava Tişrînê, di nobedariyê de ne.

Mihemed Selîm ê beşdarî çalakiyên nobedariyê bûye, diyar kir ku ev çalakî beşek ji pabendiya wan a parastina xakê û rûbirûbûna dewleta Tirk a dagirker e ku hewl dide xaka Sûriyeyê kontrol bike. Çalakger Gulî Remedan jî got:"Ji bo ku em ê rêça şehîdên xwe ya parastina xakê û mirovên li vê herêmê temam bikin, em li vir in.’’ Hesen Îbrahîm jî got ew di berdewamkirina berxwedan û têkoşînê de bi îsrar in û diyar kir ku ew heta rawestandina êrişan gav bi paş de neavêjin û wiha dewam kir:"Armanca me ya bingehîn ji van çalakiyan parastina xak û destkeftiyên bi saya fedakariyên şehîdan û hevgirtina gelên herêmê pêk hatine, ye." Di çarçoveya van çalakiyan de şêniyan piştgiriya xwe ji bo QSD’ê anî ziman ku bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê didin. Şêniyan diyar kir ku piştgîrdayîna QSD’ê beşeke berxwedana niştîmanî ya parastina xakê ye.

ANHA/BENDAVA TIŞRÎNÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.