BERHEM LETÎF
ROJNEWS/HEWLÊR

Siyasetvanê ji Başûrê Kurdistanê, Dr. Mehmud Osman, bang li PDK’ê kir da ku aqûbeta 3 HPG’iyan eşkere bike.
Hêzên PDK´ê nêzî gundê Bêxme yê navçeya Xelîfan a Başûrê Kurdistanê, 26’ê Tîmehê, êriş biribû ser komeke ji 3 kesan a gerîlayên HPG´ê. Ji hingê ve aqûbeta van gerîlayan nediyar e. 

Dr. Mehmud Osman ê li ji Rojnewsê re got, “Divê PDK bersiva PKK’ê bide, çarenûsa wan hersê gerîlayan eşkere bike û were zanîn li wê derê çi qewimiye.”

Dr. Mehmud Osman, bi bîr xist ku her du aliyan gelek caran gotiye, ew li dijî şerê navxweyî ne, û dibêje, heger wisa ye, divê êdî ev tiştên wiha neqewimin. Mehmûd Osman destnîşan kir ku di rojên bihurî de şandeyek çûye cem Mesûd Barzanî û Barzanî ji şandeyê re gotiye, nabe bi ti awayî Kurd bi destê Kurd were kuştin û dijberiya xwe li dijî şerê Kurd bi Kurd nîşan daye. Li gorî mehmûd Osman, “Ev tiştek baş e û biraderên PKK’ê jî heman tiştî dibêjin. Ji bona wê divê hewl were dayîn şer û nakokî çênebin.”

Mehmûd Osman îşaret bi çareserkirina pirsgirêkan a bi rêya diyalogê kir û got, “Divê di navbera PDK’ê û PKK’ê de guftûgo hebin, lê niha nînin. Divê her du alî bi hev re rûnin û pirsgirêkên nava xwe çareser bikin. Bila rê nedin ku pîlanên Tirkiyê bi ser kevin. Ji ber ku armanca dewleta Tirk derxistina şerê navxweyî ye.”