Agirê Newroza Erdîşê Wan germ kir

Pêncşem 17 Adar 2022 - 22:18

  • Agirê yekemîn ê Newroza Serhedê li Erdîşê hat pêxistin. Bi hezaran kes tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn.

Agirê yekemîn ê Newroza Serhedê li Erdîşê hat pêxistin. Bi hezaran kes tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn. Agirê Newrozê bi şîara "Dem Dema Serketinê ye" doh jî li Erdîşê hat pêxistin. Li Meydana Newrozê ya li Hala Zêrzewatan Newroz hat pîrozkirin. Jinên bi kincên xwe yên herêmî, li qada Newrozê govend gerandin. Dayikên Aştiyê li refên pêş ên meydanê cihê xwe girtin. Dirûşmeyên "Bijî Newroz" , "Dem dema serketinê ye", "Bijî Berxwedana zindanan", “Bijî Serok Apo” hatin gotin. 

Serokê Komîteya Amedekar a Newrozê, Nîhat Macît xêrhatina xelkê kir û Newroza wan pîroz kir. Paşê, hevserokê HDP'a Erdîşê Bayram Çîçek, Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn a ku qeyûm cihê wê dagir kir, hevseroka HDP'a Bajêr a Wanê Handan Karakoyûn Newroz li gelê Erdîşê pîroz kirin. 

Piştre hevşaredarê Wanê, Mûstafa Avci ku qeyûm cihê wêî dagir kiriye, got, Newroz li dijî zilmê serhildan e: "Kî xwe Wanî û Erdîşî bibîne û qeyûm meşrû bibîne, em ê li dijî wê ferasetê bisekinin. Heke em bibin yek em ê careke din vegerin cihên em jê sirgûn kirine. Em ê teqez bi ser kevin û zalim wê têk biçin."

WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.