HPG'ê nasnameya 4 şehîdên Zapê eşkere kir û got, "Hevrêyên me Mîrxan, Fûat, Şiyar û Serhed bi fedaîtî tevlî berxwedana dîrokî bûn, pêşengî kirin û derbên giran li dijmin xistin."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser 4 gerîlayên li Zapê şehîd bûne got, "Qada Zapê ku berxwedaneke destanî lê heye û bi dehan çîrokên lehengiyê lê rû dan, îro jî bi vê mîsyona xwe ya dîrokî radibe û şahidiyê li berxwedaneke bêhempa ya li dijî dagirkeriyê dike. Hevrêyên me Mîrxan, Fûat, Şiyar û Serhed bi fedaîtî tevlî berxwedana dîrokî bûn, pêşengî kriin û derbên giran li dijmin xistin.”
HPG´ê ji bo şehîd Mîrxan Raperîn Amed got, “Hevrêyê me Mîrxan li navçeya Amedê Çinarê ji dayik bû. Hevrêyê me Mîrxan dît ku li dijî hêzên faşîst û mêtinger tenê bi xurtikrina xeta gerîlatiya Kurdistanê ya bi pêşengiya partiya me PKK'ê gelê me ji êrîşan dikare bê parastin, ji qirkirinê bê rizgarkirin û sala 2014'an li Mêrdînê beşdarî nava refên gerîla bû. Demekê li Mêrdînê kar kir û piştre berê xwe da navenda gerîlatiya me Botanê, li Bestayê pratîka xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê kir. Piştî gerîlatiya serketî ya li Bakurê Kurdistanê çû herêma Garê. Bû fermandar û çû qada şerê giran Zapê.
Di dema êrişên artêşa Tirk a mêtinger a li dijî Zapê de hevrêyê me Mîrxan derbên giran li dijmin xistin û bû yek ji fermandarên pêşeng ên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê.”
Li nava dijmin derb lê xist
HPG´ê ji bo şehîd Fûat Apocî got, “Ji xelkê bajarê Rojhilatê Kurdistanê Merîwanê bû. Malbata hevrêyê me Fûat bi çanda welatparêziyê mezin bû û ev yek gihand nifşên nû. Kekê hevrêyê me Fûat di nava karên şoreşê yên partiyeke cuda ya Kurdistanê de şehîd bû. Di encama vê lêgerînê de destpêkê hevrêyê me Ferhad Pepûle Tevgera Apoyî nas kir ku roj bi roj li Rojhilatê Kurdistanê girseyî bû û biryara tevlîbûnê da. Piştî têkoşîneke demdirêj, hevrêyê me Ferhad Pepûle di encama şerê bi hêzên Îranê re şehîd bû. Hevrêyê me Fûat ku du kekên wî di nava şoreşa Kurdistanê de şehîd bûn, ji bo hêjayî kekê xwe bibe, kete nava hewldanan. Bi şehadeta birayên xwe re serbilind bû. Hevrêyê me Fûat sala 2015'an ji bo beralîkirina êrişan û bersivê bide polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê me, biryar da tevlî nava refên gerîla bibe. Hevrêyê me Fûat ku xwedî asteke bilind a hişmendiyê bû, metirsiya li ser gelê me dît û weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet, baweriya xwe bi wê yekê anî ku divê teqez parastina gelê me bê kirin. Hevrêyê me Fûat zanîbû ku dijmin bi armanca qirkirinê êrişî gelê me û tevgera me dike, lewma cihê xwe di nava berxwedana destanî de ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê girt û bi pratîka xwe hewl da hêjayî Rêbertî û şehîdan bibe. Mîna sala 2021'ê li hemberî êrişên dagirkeriyê yên îsal jî bi wêrekî û biryardariyeke mezin sekinî û kir ku dijmin berdêlên giran bide. Cihê xwe di nava çalakiya li Girê Cehennemê de girt. Hevrêyê me Fûat di vê çalakiyê de xwe berda heta nava konên leşkeran û derba dîrokî li dijmin xist.”
HPG´ê ji bo şehîd Şiyar Botan got, “Hevrêyê me Şiyar li nava malbateke welatparêz a bi eslê xwe ji Sêrtê, li Mersînê ji dayik bû. Sala 2014'an li hemberî êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser gelê me, gelek ji xizmên wî tevlî nava refên gerîla bûn. Hevrêyê me Şiyar jî berê xwe da çiyayên Kurdistanê û beşdarî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Şiyar li herêma Xakurkê dest bi gerîlatiyê kir. Ew çû Şengalê li dijî çeteyên DAIŞ'ê. Hevrêyê me Şiyar bû yek ji wan hevrêyên me ku bi erka parastina gelê me yê Êzîdî rabû. Piştî ku ev wezîfeya xwe serketî bi cih anî careke din berê xwe da çiyayên Kurdistanê û bi tecrûbaya xwe ya şer li dijî dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî pratîkê bû. Piştî ku dijmin sala 2021'ê li Zapê dest bi êrişê kir, hevrêyê me Şiyar timî kete nava hewldana çalakiyan, beşdarî gelek çalakiyan bû û seranserê Zapê veguherand qadeke berxwedanê. Herî dawî li qada Sacayê di êrişa dijmin de şehîd bû.”
HPG´ê ji bo şehîd Serhed Amed jî got, “Hevrêyê me Serhed li Amedê, ji dayik bû. Hevrêyê me Serhed têgihişt ku gelê me tenê bi Şerê Gel ê Şoreşgerî yê bi pêşengiya gerîla dikare bê parastin û azadî bê misogerkirin. Bi vê têgihiştinê li hemberî êrişên îmhayê yê dagirkeran, beşdarî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû û bersiva herî bi wate û pêwîst da dewleta mêhtinger. Hevrêyê me li Amedê tevlî nava refên gerîla bû, çû qada Zapê. Li hemberî êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker ku sala 2015'an destpê kir, bû yek ji wan hevrêyên me ku bersiva destpêkê da. Hevrêyê me Serhed bi daxwaze mezin tevlî nava Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê bû û ji bo tola şehîdên nemir hilîne gelekî hewl da. Di dema pêngavê de li refên herî pêş beşdarî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dagirkeran hatin xistin. Bû fermandar û bi ruhê fedaîtiya demê bersiv da.
Hevrêyê me Serhed bû yek ji pêşengên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê ku bi fedaîtî şer kir, kedeke mezin da û berxwedana me ya dîrokî ya li dijî artêşa Tirk a dagirker li Zapê xurtir kir. Destpêkê"
Agahiyên nasnameya şehîdan li jêr in:
* Mîrxan Raperîn Amed (Ramazan Başhan) ê li Amedê ji dayik bûye, kurê Bedriye û Şemsettîn, 11'ê Tebaxa 2022´yan li Zapê şehîd bû.
* Fûat Apocî (Moxtar Konepoşî) yê li Merîwanê ji dayik bûye, kurê Qumrî û Elî, 11'ê Hezîrana 2022´yan li Zapê şehîd bû.
* Şiyar Botan (Emrûllah Firat) ê li Mersînê ji dayik bûye, kurê Şukran û Îkram, 25'ê Tebaxa 2022´yan li Zapê şehîd bûye.
* Serhed Amed (Delîl Zengîn) ê li Amedê ji dayik bûye, kurê Rahîme û Mehmet, 1'ê Tîrmeha 2022´yan li Zapê şehîd bû.
BEHDÎNAN