Zubêr Halî hat bibîranîn

În 12 Tebax 2022 - 21:21

  • Li Bradostê ji bo Fermandarê Hêzên Sînor ên Iraqê Zubêr Halî ku beriya du salan di êrişa dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dabû, merasîmeke bibîranînê hate lidarxistin.

Li Bradostê ji bo Fermandarê Hêzên Sînor ên Iraqê Zubêr Halî ku beriya du salan di êrişa dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dabû, merasîmeke bibîranînê hate lidarxistin.

Pêr bi şev li Herêma Biradostê ji bo Fermandarê Hêzên Sînor ên Iraqê Zubêr Halî yê ku beriya bi du salan di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest dabû, merasîmeke bibîranînê hate lidarxistin. Di merasîma li gundê Zubêr Halî Goreşêr ya Biradostê pêkhat de, malbat, xizm û hevalên wî amade bûn. 

Dewleta Tirk 11’ê Tebaxa 2020’an hêzên Helgurd yên ser bi PDK’ê, ber bi zozanên Berbizina û sînorê Kelaşînê yê ser bi Bradostê ketin nava liv û tevgerê. Herêma ku PDK diçûyê, herêma gerîlayên PKK´ê bû. Ji ber vê jî gerîlayan hêza Helgurd a PDK’ê hişyar kir da ku nêzî herêmên gerîla nebin.

Heman rojê hêzêke mezin ya parêzvanên sînor ên Iraqê ji bo kontrolkirina rewşa herêmê ketin rê û bi dehan wesayîtên leşkerî, çekên giran û alên Iraqê ve ku ji Hewlêrê diçûn, gihiştin Bradostê. PDK’ê li herêmê gule berda gerîlayên PKK’ê, danê nîvro jî hêzên parêzvanên Iraqê gihiştin herêma aloziyê.

Ji bo çareseriya pirsgirêkê, fermandarê Parêzvanên Sînor ên Iraqê Zubêr Halî ku bi xwe xelkê Herêma Bradost bû, gihiştin cihê bûyerê û rasterast bi yek ji fermandarên gerîla Egîd Garzan re civiyan.

Piştî civîn temam bû, di 11’ê Tebaxa 2020’an saet 13:00’an de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêm bombebaran kir û fermandarê Iraqê û HPG’ê kir hedef. Di encama êrişa dewleta Tirk de fermandarê hêzên sînor ên Iraqê Zubêr Halî, feramandar Egîd Garzan û fermandarekî din ê Iraqê şehîd bûn.

ROJNEWS/BRADOST

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.