Zimanê hikumeta veguhêz yekalî ye

Şemî 6 Kanûn 2025 - 03:10

Rojnamevanan têkildarî provakasyonên hikumeta veguhêz hişyarî da û diyar kirin ku zimanê wê dabeşbûnê kûrtir dike û dibe sedema gefa li dijî qonaxa demkî ya Sûriyeyê.

Li herêmên hundirê Sûriyeyê û peravê nerazîbûna gel li hemberî kêmasiyên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di qonaxa demkî de, zêde dibe. Çavdêran diyar kir ku zimanê çapemeniyê yê hikumeta veguhêz êdî li şûna pêşkêşkirina çareseriyan, bihaneyan ji şaşiyan re dibîne.

Der barê vê de, rojnamevan û analîzvan Ebdulhelîm Silêman û rojnamevan û edîtora rojnameya Ronahî Bêrîvan Xelîl axivîn.

Ebdulhelîm Silêman diyar kir ku zimanê hikumeta veguhêz ne li gorî erkên wê yên qonaxa demkî ye û got: "Divê zimanê wê li gorî qonaxê be û hemû pêkhateyan bihewîne. Lê belê îro zimanê hikumeta veguhêz yekalî ye. Li şûna ku çareseriyan pêşkêş bike, ew bihaneyan ji şaşiyên xwe re datîne. Ev jî li dijî qonaxa demkî ya Sûriyeyê ye ku divê tê de hemû pêkhate beşdar bin."

Der barê qada çapemeniyê de, Ebdulhelîm Silêman destnîşan kir ku hin berpirs hewl didin hinek zelaliyê bixin nava daxuyaniyên xwe lê piştî ku mijar dikeve rojeva çapemeniyê û provakasyon li ser tê kirin, ew hewldan têk diçin.

Ebdulhelîm Silêman got çapemeniya serbixwe li hemberî aşkerekirina mijarên ku çapemeniya fermî vedişêre, berpirsyar e. Rola çapemeniya bêalî di aşkerekirina sûcan de girîng e û wiha domand: "Ji bo aramkirina rewşê divê stratejiyeke guncav ku hemû pirsgirêkan bigire dest, were diyarkirin, ne tenê çavkaniyên ji hikumetê esas bigire."

Bêrîvan Xelîl jî zimanê çapemeniyê yê hikumeta veguhêz rexne kir û got ew li şûna çareserkirina pirsgirêkên civakê, wan vedişêre û bihaneyan jê re derdixe.

Bêrîvan Xelîl diyar kir ku ji salekê ve gelê Sûriyeyê hêvî kiriye ku Sûriyeya demokratîk, nenavendî û pirreng ava bibe, lê belê tiştê ku tê dîtin berovajî wê ye û got: "Çapemeniya hikumetê valahî di navbera civakê û pêkhateyên wê de çêkirin."

Bêrîvan Xelîl got ji bo zimanê çapemeniyê nêrîn û plansaziyeke giştî were danîn û wiha domand: "Li gorî zimanê fermî, krîz tenê bi gotinan tên rêvebirin, ev jî sedema bêbaweriya di navbera gel û saziyan de ye. Hikumet di çapemeniyê de aliyên berpirs ên têkildar diyar nake, lê bi giştî û gelemperî diaxive."

Di dawiya axaftina xwe de Bêrîvan Xelîl got rola sereke ya çapemeniya serbixwe ye ku bikare agahiyên bi hûrbînî bide, dosyayên sereke veke û balê bikişîne ser bingehên krîzan.

ANHA/QAMIŞLO/SILAVA EBDUREHMAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.