- Turgut: Ev jî nîşan dide, heta ku helwêsta dewleta Elman beramberî Kurdan neguhere û siyaseta qedexe û krîmînalîzekirina Kurdan û PKK´ê dewam bike, pirsgirêka zimanê Kurdî li Elmanyayê wê esasî çareser nebe.
Sêşema bihurî (1’ê Adara 2022’yan) Tora Akdemîsyenîn Kurd li Ewrûpayê KURD-AKAD´ê tevî Zanîngeha Teknîkî ya Dortmundê (li eyaleta NRW ya Elmanyayê) konferansek bi navê “Zimanê Dayikê û Pirrzimanî - Zehmetî û Derfet (Muttersprache und Mehrsprachigkeit - Herausforderungen und Chancen)” li dar xist. Hevkariyeke di vê astê ya Kurd-Akadê bi zanîngehekê re ev cara yekê bû. Minaqeşeyeke xurt a piştî her gotarê, nîşan da ku bi qasî zehmetiyan, derfet jî ji bo zimanê dayikê û pirrzimaniyê hene. Konferans ji du beşên sereke dihat pê. Di beşa beriya nîvrojê de pirsgirêkên sereke yên sîstema perwerdeyê li Elmanyayê beramberî zimanê dayikê û pirrzimaniyê bû. Beşa diduyê jî li ser Kurdî li Elmanyayê bû.
Prof. Dr. Sarah Buschfeld a ku li zanîngehê Alîkara Dekan e ji bo Forschung (Lêkolîn) TU-Dortmundê, mêvandariya konferansê kir.
Weke pirsgirêk li duzimanîbûnê dinihêrin
Prof. Dr. Barbara Mertins a psîkolînguîst, li Zanîngeha Teknîkî ya Dortmundê, berê xwe da pirrzimaniyê û terîfên wê. Wê nexasim jî got, duzimanîbûn ne tiştekî wiha ye ku mirov karibe sînorên wê diyar bike û ev jî bi gelek nimûneyan darîçav kir. Wê gava ev yek kir, da zanîn ku sîstema perwerdeyê ya li Elmanyayê, ne li gorî vê rastiyê ye: ji ber nebûna mamosteyan û pirsgirêkên din ên perwerdeyê, dibistan, mamoste û rêveberiyên dibistanan pirrzimanî û duzimanîbûnê weke pirsgirêk dinihêrin.
Pîvana bi pirrzimanîbûnê îdeolojîk e
Joel Alipaß moderatoriya panela yekê kir. Dr. Renate Delucchi jî li heman beşê zanîngehê psîkolînguîst e. Wê gotara xwe li Naskirin (Kognition), têgihiştin û tesîra zimanê dayikê ava kiribû. Bi awayekî serketî wê nîşan da ku esas meseleya pîvana serketina li dibistanê bi yekzimanîbûn û pirrzimanîbûnê, îdeolojîk e. Wê jî îşaret bi tesbîta beriya xwe ya zelûlbûna sînorên yekzimanîbûn û pirrzimanîbûnê kir û rexne li nirxandinên dibistanan û rêveberiyên wan ê di vî warî de girtin. Wê her wiha bal bire ser wê yekê ku Kurdî ji bo mamosteyên li Elmanyayê xuya nake û haya pirraniya mamosteyan jê nîne ku di sinifên wan de zarokên Kurdîziman jî hene.
Katrin Odermann jî ji heman koma zanîngehê ye û psîkolînguîst e. Wê berê xwe da pirrzimanîbûnê û hînbûna zimanê yekemîn ê zarokê. Wê erênayên mesleyê bi mînakan darîçav kirin.
Fermîbûna li Iraqê derfetek e
Piştî nîvrojê bi moderatoriya Maryam Fatemî, Prof. Dr. Katharina Brizic, ji Deutsches Seminar a Zanîngeha Freiburgê li ser Pirrzimanîbûn, koçberî û serketina di perwerdeyê de di peywenda Kurdî de gotara xwe pêşkêş kir. Wê ta bi derziyê ve kir û nîşan da ka rola helwêsta beramberî ziman a malbatan (nexasim dayikan) çawa tesîrê li serketina zarokan a li dibistanê dike. Wê tesbît kir ku du meylên sereke hene: Yên ku xwe ji Kurdî û zimanê din dişon û ji bo serketinê tenê Elmanî datînin ber xwe. Û yên ku di navbera Kurdistan û Elmanyayê de weke pirekî ne.
Pirraniya wanên ku xwe ji Kurdî bi temamî dişon, li gorî lêkolîna wê, ew dayik in ku naxwazin zarokên wan, weke wan êş û azarê bikişînin. Axir ew bi xwe li Kurdî xweş baniyane, bi Kurdî dizanin, lê zarokên xwe bi zanîn hîn nekirine. Malbat yan jî dayikên di koma pirê de bêhtirî caran qet nebe çûne dibistanê û zimanê xwe û çanda xwe dane zarokên xwe li Elmanyayê jî.
Dr. Luqman Turgut jî li ser meseleya helwêsta dewleta Elman beramberî Kurdî û tesîra wê li derfetên hînbûna Kurdî peyivî. Wî behsa nimûneya erênî ya Lufthansayê kir ku bi zor û zehmetî hatibû qanehkirin ku Kurdî wekî zimanekî xweser ji bo karkerên xwe qebûl bike. Vê şirketê ji bo qebûlnekirinê, argumanên dewleta Elman ên weke, “fermîbûna ziman li dewletekê”, “yeknebûna zimanê Kurdî” bi kar dianîn, lê li Iraqê weke zimanê fermî li seranserê Iraqê qebûlkirina Kurdî jî derfeteke erênî bû ji bo ku Lufthansa Kurdî qebûl bike.
Turgut wekî din bal bire ser raporeke memûrekî îstîxbarata navxwe ya ji wezareta perwerdeyê eyaleteke Elman re. Di encama vê raporê de wezaretê dibistan hişyar kirin, dibistanan mamoste. Mamosteyên nijadperest ên Tirk kirin ku zarokekî dersa Kurdî lêdanê bixwe, dêûbavê Kurd tirsiyan û gelekan zarokên xwe ji dersan derxistin. Turgut got, “Ev jî nîşan dide, heta ku helwêsta dewleta Elman beramberî Kurdan neguhere û siyaseta qedexe û krîmînalîzekirina Kurdan û PKK´ê dewam bike, pirsgirêka zimanê Kurdî li Elmanyayê wê esasî çareser nebe.”
Piştre Franziska Möller ji Lotman Institut a Zanêngeha Ruhr a Bochumê, berê xwe da wê yekê ka di nava civaka Kurd a li elmanyayê de têkilliya malbat û zarokan bi Kurdî çawa ye.