Zilm û nijadperestî ye

Pêncşem 15 Tîrmeh 2021 - 02:11

Nivîskarê Îlahiyatnas Îhsan Elîaçik got, bi hinceta xutbeya bi Kurdî girtina 9 alimên dînî zilm e û cihê vê di qanûn û dînan de nîne. 

3'yê Tîrmehê dewleta Tirk êriş bire ser li Kongreya Îslama Demokratîk (DÎAYDER) û Komeleya Alimên Dînî (DÎAY-DER) kiribû û 28 alimên dînî, li gel ku temenê wan zêde bû jî biribûn nezaretê. Li gel temenê xwe yê zêde jî Hevserkê DÎAY-DER'ê Ekrem Baran jî di nav wan de bû. Dadgehê derheqê 9 kesan biryara girtinê da. Ji alimên dînî pirsîbûn, ''Çima hûn bi Kurdî dia dikin û nimêj dikin?"

Rojnamevan Zeynep Kuray ji bo ANF´ê bi îlahiyatnas Îhsan Elîaçik re li ser meselê peyivî, Elîaçik bi hinceta xutbeya bi Kurdî girtina 9 alimên dînî nayê qebûlkirin û got, ev girtin cihê xwe ne di qanûnan de heye û ne jî di dîn de. 
Elîaçik got, "Dema ku hûn bibêjin, 'hûn çima bi Kurdî xutbê dixwînin?', hûnê vê li ser kîjan sûcî deynin? Di qanûnên berdest de, di qanûna ceza de, tiştekî bi rengê 'bi Kurdî xutbe nayê xwendin' nîne."

Elîaçik got, "Ferzkirina, 'hûn ê bi Tirkî perwerde bibin' tinehesibandina yek ji ayeta Xwedê ye. Lê dema ku hûn bibêjin hûn nikarin bi Kurdî xutbê bidin, ilim divê hûn bi Tirkî bixwînin, ti cihê vê di dîn de nîne.

Ji ber xutba bi Kurdî girtina almên dîn zilm e û nîjatperestî ye. Ji ber ku ev tê maneya ku mriov bibêje, 'Hûn ê zimanê xwe ji bîr bikin, tişta ku ez dibêjim hûn ê bibêjin, hûn ê bi vê perwerde bibin û li vê xutbê guhdarî bikin' Ev beriya her tiştî zilm e, nîjatperestî ye, neheqî ye heqxwarin e û zilm e.'' STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.