Çav çû û dest jî nagire!

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 25 Cotmeh 2022 - 04:20

  • Salman Ruşdî piştî êrîşa New Yorkê ya ku ew kêr kiribûn çavekî xwe winda kiriye û ji ber damarên destên wî hatine birrînê destekî xwe jî nikare bi kar bîne.

Menejerê nivîskar Salman Ruşdî dide zanîn ku Salman Ruşdî piştî êrîşa New Yorkê ya ku ew kêr kiribûn çavekî xwe winda kiriye û ji ber damarên destên wî hatine birrînê destekî xwe jî nikare bi kar bîne.

Menejerê Salman Ruşdî Andrew Wylie, ji bo rewşa Ruşdî ya dawî wiha peyivî; “Birînên wî gelek kûr bûn. Çavekî wî niha nabîne. Li ser stûyê wî jî sê birînên kûr vebûbûn.” Andrew Wylie balê kişand ser rewşa nijadperestiya li dinayê û got, “Ji Îtalya heya Emerîka nijadperestî û nihêrîna olî ya tundraw her diçe zêdetir dibe.”

Salman Ruşdî ji bo beşdarî konferansekê bibe di 12’ê Tebaxê de çûbû bajarê New Yorkê û li Înstîtûya Chautauqua di dema konferansê de ji hêla kesekî bi navê Hadi Matar hatibû kêrkirin. Qederê deh derbên kêran li ser bedena Salman Ruşdî çêbûbûn û bi vî awayî wî rakiribûn nexweşxaneyê. 

Salman Ruşdî piştî pirtûka xwe ya “Ayetên Şeytên” nivîsand bi gefên mirinê hatibû tehdît kirin. 

NEW YORK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.