Erdogan êrişî cîranan dike

În 3 Hezîran 2022 - 22:36

  • Tevgera Alimên Îslamê yên Kurd (TAÎK) li Ewrûpayê, li ser hewldan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da. 

Tevgera Alimên Îslamê yên Kurd (TAÎK) li Ewrûpayê, li ser hewldan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da. Wê ji ayetan (Sûretê Nîsa, ayeta 36´an ) nimûne anîn û got, "Xweda (cc) weha ferman kiriye di Qurana  pîroz de: "Li dê û bav û lêzimên xwe, li sêwî û belengazên xwe, li cîranên nêzîk û li cîranên xwe yên dûr, li hevalên xwe (yên seferê û yên kar) û li rêwî û koleyên di bin destê we de ne, qenciyê bikin."

TAÎK Ewrûpayê ji hedîsan jî niumûne anîn û got, "Pêxember (SAW) jî gotiye, ew îmanê nayêne, ew ê ku cîranê wî ne piştrast be ji qencî û zirara wî".  

Di dewamê de TAÎK Ewrûpayê got, "Erdogan jî ji dêvla qenciyê bi cîranê xwe bike, wan dikuje, wan qetil dike, wan ji welatên wan derdixe. Ka îmana dagirekran! Bila her bawermend berê xwe bide şiroveya ayet û hedîsê selam. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.