Kongre destekê dide mezlûman

Sêşem 11 Tîrmeh 2023 - 00:20

Endamê Komîteya Amadekar a Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan a 2'yemîn Ebdurehman Bedirxan diyar kir ku beşdarên kongreyê li ser girîngiya destekdayîna gelên ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa têdikoşin, li hev kiriye.

Ebdurehman Bedirxan destpêkê bal bire ser cudahiya di navbera kongreya duyemîn û kongreya yekemîn a ku par bi dirûşma "Em bi hev re peyama aştiyê belav bikin" hatibû lidarxistin û got, "Ya balkêş di kongreyê de tevlîbûna rengîn e. Taîfe û mezhebên cuda yên li derve wekî kakaî, Weqfa Al El Beyet û zerdeştî tev lê bûn. Tevahiya cîhanê rastiya nêzîkbûna di navbera ol û baweriyan de nas kir. Lidarxistina kongreyên mîna van kongreyan, nihêrînan nêzîkî hev dike û ramanan dike yek, her wiha aştiya navxweyî û jiyana hevbeş bi pêş dixin."

 

Formeke nû ji bo diyaloga siberojê

Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan a 2'yemîn 8 û 9'ê Tîrmehê bi dirûşma “Bi biratiya olan em nirxên mirovahiyê geş dikin” li Hesekê hat lidarxistin. Zêdetirî 30 alimên olên cihê yên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê beşdarî kongreyê bûn.

Ebdurehman Bedirxan destnîşan kir ku di kongreya duyemîn de beşdaran pêwîstiya pevguhestin, diyalog û hevnaskirina Misilman, Xirîstiyan, Cihû û Êzîdiyan dît û got, "Nihêrîna hevbeş a beşdarên kongreyê ev bû; divê xalên ku ol û baweriyan digihînin hev ji xalên ku wan ji hev cuda dikin, bêhtir werin dîtin. Her wiha beşdaran li ser vê yekê li hev kir ku ji bo diyalogên siberojê formeke nû were dîtin."

Bedirxan anî ziman ku tiştên ol û baweriyan tînin cem hev, ji tiştên wan cuda dikin zêdetir in û wiha axaftina xwe dewam kir: “Tiştên ku ji ber Peymana Lozanê hatine serê gelê Kurd li dijî nirxên mirovahî ne. Lewma, beşdar hemfikr bûn ku rê nedin ku Lozaneke nû pêk were û gotin, divê gelê Kurd hemû mafên xwe bi dest bixe. Her wiha li ser vê xalê jî li hev kirin ku divê piştgiriya hemû gelên ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa têdikoşin, bê kirin.”

 

Li ser şikandina tecrîdê li hev kirin

Bedirxan xaleke din a hevbeş di kongreyê de parve kir: “Beşdarên kongreyê li ser şikandina tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abullah Ocalan li hev kir.”

Bedirxan di dawiyê de got, “Ji bo belavkirina nirx û rêgezên ku di kongreyê de hatin nîqaşkirin, xebat dê li ser xurtkirina têkiliyên bi tevahî mezheb û taîfeyên olî yên li derve re were kirin da ku li ser formeke hevbeş li hev bikin ku tevahî baweriyên olî nêzî hev bike û aştiya navxweyî û jiyana hevbeş a di navbera tevahî pêkhateyan de werin xurtkirin."

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.