Desthilatdarî ola Îslamê bi kar tîne

Sêşem 30 Çile 2024 - 03:55

Bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Alimên Amedê li Amedê 'Konferansa Îslama Demokratîk' hate lidarxistin. Konferans li avahiya xizmetê ya Yekîtiya Odeyên Sanatkar û Dikandaran a Amedê pêk hat û ji Kurdistan û Tirkiyeyê gelek alimên olî, rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî û akademîsyen tevlî bûn. Alim û akademîsyenên tevlî konferansê bûn ji ANF'ê re axivîn. Akademîsyen Fadil Bedîrhanoglû anî ziman ku dewlet olê weke amûreke desthilatdariyê bi kar tîne û got:"Dewlet hewl dide hêzê ji olê werbigire, bi kar bîne û bi vî rengî armancên xwe pêk bîne. Ola Îslamê kesayet û rûmeta mirovan dide pêş. Divê gelê Kurd nekeve bin bandor û desthilatdariya kesî, rastî û rasteqînî li ku be divê li wir be. Gelê Kurd divê li gorî yekîtiyê tevbigere. Kî ji bo gelê Kurd yekîtiyê pêk tîne, kî mafê wan dixwaze û ji bo wê têdikoşe divê bi wê hêzê re bibe yek û zilmê ji holê rake. Di rewşeke berevajî de wê bela wela bibe û timî neheqî û zilm lê bê kirin."

Ola Îslamê qîmetê dide jinê

Endama Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Hatîce Şeker bal kişand ser cihê jinan a di nava feraseta Îslama Demokratîk de û got:"Feraseta Îslama Demokratîk feraseteke piralî ye, beriya her tiştî divê ev yek bê destnîşankirin. Li ser bingeheke xweşbîniyê ya ji cihêrengiyê, jiyaneke ku mirov dikare fikra xwe îfade bike, pêşkêşî me dike. Ji xwe dema mirov bala xwe didin ser dîroka Îslamê gelek mînakê vê heye. Dema ku mirov bala xwe dide ser dîroka Îslamê û beriya wê, hingî fîgurên Hz. Ayşe, Hz. Zeynep, Hz. Hatîce û Hz. Meryem hene. Di dema cahîliyeyê de Hz. Hatîce li wê cografyayê pêşengî ji bazirganiyê re dikir û di dema pêxemberiya Hz. Mûhammed de piştgiriyeke mezin da wî. Nêrîna ola Îslamê ya li jinê bi vî rengî şênber e. Îro Îslam û olên din li ber destê sîstemê kirine maşikek ku civakê pêk bimeşînin. Vê yekê bi taybetî jî di şexsê jinê de dikin. Nêzîkatiyên ku jinê weke metayê dibîne, em ti carî qebûl nakin. 

Ol ne zordarî ye

Ayetûllah Aştî jî got:’’Armanca bingehîn a ol ew e ku mirovan azad bike. Mirov bi îradeya xwe dibe mirov. Xwedê ol ji mirovan re şand ji bo mirovahî bibe xwedî îrade. Ol zordarî û zehmetî nîne, ol azadî ye. Mixabin desthilatdarî li gorî îdeolojiya xwe nêzîk dibe. Îro her mezheb, îdeolojî û tarîqat olê li gorî xwe şîrove dike. Ev yek teqez rast nîne. Divê em vê yekê baş fêhm bikin." Hevserokê Komeleya Elewiyan a Demokratîk Pîr Zeynel Kete jî anî ziman ku cografya Rojhilata Navîn xwedî gelek çand û olan e û got,"Nasnameyên cuda yên etnîkî bi komkujî û qirkirinê re rû bi rû tên, nasnameyên cuda nayên qebûlkirin. Vê yekê jî dispêrin cihekî Quranê. Îslama desthilatdariyê ev bi xwe ye. Ji ber vê yekê divê Îslama Demokratîk bi cih bê anîn."

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.