Zilamê Erdogan nehişt dewleta Tirk bê rûreşkirin

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 7 Îlon 2022 - 22:24

  • Rûniştina Meclîsa Biyaniyan a Şaredariya Bajarê Frankfurtê (KAV) duşemê êvarê, civîneke xwe ya asayî bi rê ve dibir. 

Rûniştina Meclîsa Biyaniyan a Şaredariya Bajarê Frankfurtê (KAV) duşemê êvarê, civîneke xwe ya asayî bi rê ve dibir. Di nava wan xisûsan de ku wê civînê de li ser wan bihata peyivîn, biryara li ser pêşnûmabiryarekê jî hebû. Vê pêşnûmabiryarê “êrişên dewleta Tirk ên li dijî hiqûqa navneteweyî yên li dijî deverên Kurd lê yên Sûrî û Iraqê rûreş” dikirin. 

Ji endamên meclîsê Huseyin Kurt, beriya xisûsên rojevê bên minaqeşekirin, xwest rojev bê guhertin û pêşnûmabiryarek ji bo vê da meclîsê. Wî di vê pêşnûmaya xwe de dixwest “Siberojê meclîsên biyaniyan xwe li derveyî siyaseta dinyayê bihêlin”. 

Çi qasî bêguneh xuya bike jî ev pêşniyaz ji bo astengkirina pêşnûma biryara rûreşkirina êrişên delweta Tirk bû.

Jixwe, Huseyîn Kurt jî wekî kesekî nêzî AKP tê nasîn. Wê ya xwe bi awayekî neqanûnî bire serî jî.

Di encama vê destwerdana zilamê Erdogan de li rojevê ev xal hat zêdekirin û xala “rûreşkirina êrişên dewleta Tirk” li dijî Kurdan jî kete paş. Em bi endama Meclîsa Biyaniyan a Frankfurtê re Sarya Ataç peyivîn û wê got, ji ber vê rewşa nû koma wan a ku destek dide vê pêşnûma biryarê ji civînê derketiye û hejmara civînê ya dayîna biryaran nemaye. Lê belê wan sêşemê di rojnameyê de xwendiye ku tevî vê yekê jî pêşnûmabiryar ketiye dengdanê û hatiye redkirin. Wê got ew ê, li ber bêhiqûqiya hatiye kirin, rabin û her wiha bixwazin ku biryara redkirinê weke tine bê hesibandin. 

Hem pêşnûmabiryara rûreşkirina dewleta Tirk û hem jî ya minaqeşenekirina siyaseta dinyayê wê hefteya bê careke din di rojeva Meclîsa Biyaniyan a Frankfurtê de bin.

FRANKFURT   

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.