Şewekar Vincent Van Gogh li eyaleta bi navê Brabant ya Hollandayê hate dinyayê û li wir mezin bû. Ji xwe dîmen û menzereyên vê herêmê di tabloyên wî de jî xwe didin der. Lê piştî mirina Van Gogh ku di ser de 150 sal derbas bûne, erdên li herêmê ango ew zevî û xwezaya xweşik di bin talûkeya lehiyê de ne. Ev yek dike ku xelkên li wir û gundiyên li zeviyan kar dikin bi tirs bijîn. Lê fîrmaya bi navê MVRDV ku bi karê mîmartiyê mijûl e, niha hewl dide ku li hember lehiyê projeyeke nû pêş bixe û nehêle ew menzereyên ku Van Gogh ji îlham girtine di bin lehiyê de bimînin.
Winy Maas ku yek ji avakarê MVRDV’yê ye dê kuratoriya “Bîenela Van Gogh” bike ku ji bo sala 2025’an tê hazirkirin. Pêşangeha Van Gogh dê li zeviyên Brabantê were bi cih kirin û bi vî awayî dê serdan bi menzereyên Van Gogh ên jidil re têkiliyekê çêbikin. Winy Maas dide zanîn ku dê bi vî awayî xelk bêhtir hay ji guherîna avûhewayê hebin û got; “Dê bi awayekî afirîner pêşangehek were sêwirandin ku xelk bêhtir li ser pirsgirêkên avûhewayê biponijin. Elbet em bi pêşangehê peyameke exlaqî nadin lê em dikin ku bi awayekî li ser vê meseleyê bihizirin. Divê bajar û xweza di nav ahengekê de bijîn û lihev bikin. Her wiha divê em di hin waran de mexsedên hevdu rexne jî bikin û ji rexneyê re ne girtî bin.”
Bîenela ku ji bo sala 2025’an tê sêwirandin dê serê du salan û carekê li herêmên cuda yên Brabanta Hollandayê were lidar xistin.
BRABANT