Hunermendê Ingilîz, Nick Gentry bi malzemeyên kevn ên ku êdî nayên bikaranîn, berhemên hunerî çêdike. Ew bi van berhemên xwe balê dibe ser malzemeyên dijîtal ên ku piştî demekê nayên bikaranîn û ji van malzemeyan portreyên insanan çêdike. Her wiha ew bi van berhemên xwe yên balkêş, balê dibe ser mijarên teknolojî, xerîdarî, nasname û çanda sîber jî.

Nick Gentry bi van resmên xwe yên xweşik û lihev, di navbera dijîtal û analogê de jî têkiliyekê ava dike. Malzemeyên ku ew bi kar tîne ev in: kasetên VHS, negatîfên filman, dîsket û ronahiyên-X. Nick Gentry ji bo resmên xwe dibêje, “Malzemeyên ku bi kar tînim, êdî bala kesî nabin ser xwe. Lê ez ji bo kêliyekê be jî wan tînim bîra xelkê û bi vî awayî guherînên bi lez û bez ên di warê teknolojîk de nîşanî xelkê didim. Ji bo ew ji vê serdema bi lez baştir têbigihîjin ez van malzemeyan bi kar tînim.”

Nick Gentry fîgûrên di resmên xwe de bi dîsketan çêdike ku ew demekê pirr popûler bûn. Nexasim jî çavên fîgûrên xwe bi dîsketan nîşan dide. Xebatên Nick Gentry ên di vî warî de bêhtir di pêşangehên li xelkê vekirî de tên nîşandan û gelek caran jî ew bi saziyên xwebexş re lihev dike, da ku karibe di warê civakî de hin xebatan bibe serî.

Axir ev berhemên wî, dikin ku mirov li ser mefhûmên zeman û xweşikiyê careke din bifikirin.

NAVENDA NÛÇEYAN