Zarokên sêwî şa kirin

Pêncşem 1 Îlon 2022 - 22:24

  • Rêveberiya Kampa Girê Spî, zarokên sêwî yên li kampê, piştî dewreya perwerdeyê ya ji bo amadekariya destpêkirina sala xwendinê ya 2022-2023’yan, xelat kirin.

Rêveberiya Kampa Girê Spî, zarokên sêwî yên li kampê, piştî dewreya perwerdeyê ya ji bo amadekariya destpêkirina sala xwendinê ya 2022-2023’yan, xelat kirin.

Rêveberiya Kampa Girê Spî bi amadebûna xizmên zarokên sêwî, rêveberên kampê û Meclisa Navçeya Girê Spî şahiyek li dar xist. Di şahiyê de zarokên sêwî yên di hundirê kampê de ku perwerdeya xwe ya 30 rojî bi dawî kirin, hatin xelatkirin. Zarokan dersên xwendin, nivîsandinê, yên bîrkarî û rêbazên axaftina rast girtin.

Dewre ji bo 45 zarokên 5 heta 8 salî hate vekirin. Armanca wê ew bû ku asta xwendinê ya zarokan beriya destpêkirina dibistanê, xurt bibe.

Di şahiyê de çend çalakiyên hunerî ji aliyê zarokên ku beşdarî dewreyê bûbûn hatin pêşkêşkirin. Ev jî stranên gelêrî, şanoyên der barê berxwedan û fedekariya ji bo welat de bûn.

Li ser navê rêveberiya kampa koçberên Girê Spî, rêveber Ezîza El Hesen spasiya organîzator û çavdêrên dewreyê kir  û got divê mîna van dewreyên bi armanca xurtkirina asta xwendina zarokan werin zêdekirin. Ji ber herêm di rewşên dijwar re derbas dibe.

Rêveberiyê di dawiyê de çente tevî pêdiviyan, dan zarokan belav ki.

ANHA / EYN ÎSA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.