Zarokek şehîd kirin

Sêşem 16 Tebax 2022 - 22:12

  • Dagirkerên Tirk ji pêr êvarê ve ji Minbicê heta bi Tirbespiyê gelek gund, bajarok û bajarên Rlveberiya Xweser topbaran kirin. Wan bi van êrişan zarokek şehîd kir, 3 zarok jî birîndar kirin. 

Dewleta Tirk a dagirker ji pêr bi şev ve gelek dever li kantonên Hesekê, Qamişlo, Kobanê, Girê Spî, Minbicê û gundên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê topbaran kirin. Di encamê de gelek zarokekî 12 salî li Kobanê şehîd bû û gelek welatî birîndar bûn. Her wiha zirarên madî gihiştin gelek mal û milkên xelkê.

Doh piştî nîvê şevê, dewleta Tirk a dagirker gundên Qirmane, Çetelê yên rojavayê navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê, gundê Cirnik ê rojavayê navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo topbaran kirin.

Dagirkeran her wiha derdora Akademiya Hêzên Sotoro yên Suryan a li gundê Rûtan ê bakur rojavayê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo topbaran kir.

Di encama topbarana li dijî navçeya Zirgan a ser bi kantona Hesekê de zarokê 11 salî Temîm Feysel Hamid birîndar bû.

Dewleta Tirk gundên Guzeliyê, Til Leben, Um Xêr, Til Tawîl ê asûr, Selmase û gundê Tawîle yê rojavayê navçeya Til Temirê topbaran kirin.

Hemwextî topbarana dewleta Tirk a  dagirker li ser herêma Cizîrê, dagirkeran gundên Erîda, Leqliqo, Sawan, Xirbet Beqir, Goberlik ên rojavayê kantona Girê Spî ya dagirkirî bi çekên giran topbaran kir.

Navenda Kobanê jî 
topbaran kirin

Li kantona Kobanê, nûçegihanê me ragihand ku dewleta Tirk a dagirker bi dehan topan naverasta bajêr û derdora wê kiriye hedef. Her wiha gundên rojava û rojhilatê Kobanê daye ber topan.

Li gorî nûçegihanan, gundên Botan, Seftik, Sêlim, Aşmê, Beyadiye yên li ser sînorên Sûriyê û Tirkiyê li rojavayê Kobanê bûne hedefa topbarana dewleta Tirk a dagirker. Bajarokê Şexlera Jorîn ê li hemberî bajarê Cerablusê yê dagirkirî yê rojhilatê peravê çemê Firatê jî hatiye topbarankirin.

Di encama topbaranê de li gundê Zorava yê rojavayê Kobanê zarokê 12 salî Ebid Mihemed Hecî şehîd bû, Ebid Xelef ê 40 salî û Merwa Hemdo  ya 40 salî yên ji gundê Seftik jî birîndar bûn. Her wiha zarokê 2 salî Xelîl Cîhad Şêxo li bajarê Kobanê birîndar bû. Wekî din kesekî bi navê Ela Îbo yî 19 salî jî di êrişê de birîndar bû.

Li rojhilatê Kobanê, dewleta Tirk a dagirker gundên Xirabîsan, Qeremox, Koran, Hîho, Elîşar, Mersmîl (Merc Îsmaîl), taxa Kaniya Kurdan a rojhilatê Kobanê topbaran kir.

Dewleta Tirk a dagirker ji baregehên xwe yên li hemberî Kobanê, naverasta bajêr bi çekên giran topbaran dike.

Li Minbicê jî, dewleta Tirk a dagirker gundên Cat, Masî, Hoşeriyê yên bakur û bakurê rojhilatê bajêr, bi topên hawin topbaran dike. 

Dewleta Tirk a dagirker gundên Bênê, Soxanek û Qinêtra yên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî topbaran dikin.

Artêşa Tirk a dagirker doh nîvrojê gundê Zirnaîtê yê navçeya Şêrawa a kantona Efrînê ya dagirkirî bê ser û ber bi hawinan topbaran kir.

Dewleta Tirk a dagirker ji pêr êvarê ve gundê Bênê yê Şêrawayê topbaran dike û doh di encama êrişê de zarokê bi navê Ehmed Imad Îbiş ê ji gundê Basilê yê dagirkirî yê navçeya Şêrawayê ji ser û lingê xwe birîndar bû.

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê got, armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker tirsandina xelkê û koçberkirina wî ye. Rêveberiyê dewletên garantor yanî Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî weke berpirsiyar nîşan dan. Rêveberiyê xelkê deverê jî hişyar kir da ku heta bi dawîbûna topbarana bê ser û ber a dewleta Tirk her kes di mala xwe de bimîne.

 

Ji bo koçberkirina xelkê ye

Rêxistina Mafên Mirovan a Firatê êrişên dagirkeriya Tirk wekî xetera li ser ewlehî û aştiya navxweyî û herêmî bi nav kir û got, armanca wê çavtirsandin û koçberkirina xelkê gund û bajarokan û ji mirovan valakirina herêmê ye.

Rêxistinê bang li civaka navneteweyî kir da ku rê li Tirkiyê û binpêkirinên wê bigire û li ser karên ku rojane li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, hesab jê bixwaze.

Rêxistinê her wiha bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî, NY û UNICEF`ê kir da ku dest werdin meselê, sivîl, jin û zarokên herêmê biparêzin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.