- Li Bakurê Kurdistanê û Mûşê komeke şanoyê heye ku ji bo Kirmanckiyê li ser dika şanoyê bûye zar û ziman.
Li Bakurê Kurdistanê û Mûşê komeke şanoyê heye ku ji bo Kirmanckiyê li ser dika şanoyê bûye zar û ziman.
Navê wê "Gimgim Tiyatro Zonêma" ye. Lîstikvanên komê ji bo ku Kirmanckî bimîne, hewl didin, lê dibêjin, dewleta Tirk a dagirker gelek zehmetiyan ji wan re derdixe.
Kom sala 2016´an li Izmîrê hatiye damezirandin û şano û skeçên xwe hemûyan bi Kirmanckî pêşkêş dike. Ji lîstikvanên koma ‘Gimgim Tiyatro Zonêma’ Dunya Şanikan ji ajansa nûçeyan PîrHayê re peyiviye û dibêje, “Ji bo ku Kirmanckî tine nebe, çi ji destê me tê em dikin. Zextên dewleta Tirk di tinebûna zimanê me de bi roleke mezin radibin. Lê kes nayê nava mala me, me yekser asteng nake, yanî em dikarin li malên xwe bi zarokên xwe re bi zimanê xwe bipeyivin. Em ji zarokên xwe re behsa Elewîtiyê bikin, bi zimanê xwe bi wan re bipeyivin û çanda xwe bi wan re parve bikin."
Lîstikvanekî din ê komê Mehmet Yoran jî dibêje, "Ji bo ku zimanê me tine nebe, lazim e ku malbat zarokan hînî zimanê wan ê dayikê bikin."
MÛŞ