NÛJIYAN ADAR / ANF / QAMIŞLO
Çalakiyên şanoya zarokan di 12-14'ê Tebaxê de li Navenda Çandê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê û li gundê Maşûqê yê li Tirbespiyê pêk hatin. Zarok bi şanoyê kêfxweş bûn.
Zarokan beriya demeke kurt li ser dikê keda xwe nîşan da. Piştî Rimêlan, Kampa Newrozê û Saziya Çand û Huner a Pargînê, li Qamişlo û Tirbespiyê jî bi lîstikên nû derketin ser dikê.
Di çalakiyên navbera 12-14'ê Tebaxê de 5 lîstikên zarokan hatin lîstin. Bi vî rengî ji 5'ê Tebaxê û vir ve bi giştî 9 lîstik hatine lîstin. Projeya şanoya zarokan ku li her bajarî komeke cuda ya zarokan ava kiriye, li Qamişloyê 3 koman 3 lîstik, li Tirbespiyê komekê 2 lîstik pêşkêş kirin. Bi vî rengî di nava 3 rojan de 5 lîstik hatin lîstin.
Çûk û Pîrê, Şengê û Pengê
Koma Şilêr ku koma şano ya Komîteya Zarokan a Şilêr e, bi tîma xwe ya ji 19 zarokan, lîstika Çûk û Pîrê pêşkêş kir. Koma Sarya Baran a ser bi Hîlala Zêrîn, lîstika 'Nok û Nîskê', koma zarokan a gundê Girbawî jî 'Şengê Pengê' lîst. Piştî lîstikên şanoyê, Koma Kulîlkên Kurdistanê, bi stranên xwe coşa zarokan zêde kir. Zarokên ku bi baldarî li şanoyê temaşe kirin, bi stranan geş bûn.
Çûka Derewkaran, Şêr û piling
Koma Şehîd Jînda Hewlêr a ser bi Koma Şano ya Gundê Maşûqê jî du lîstik pêşkêş kirin. Bi lîstika Çûka Derewkaran û Şêr û Piling qada gund veguherandin dika şanoyê. Zarok bi meşeke ji Navenda Çandê ya Şehîd Sason li qada gund li hev kom bûn. Bi beşdariya zarokên ji gundên derdorê zêdeyî 200 zarokî li şanoyê temaşe kirin.
Zarokên ku yekemcar li şanoyê temaşe dikirin, gelekî baldar bûn. Koma muzîkê ya Viyan Soran jî bi stranên xwe reng da rojên şanoyê.
Çalakiyên Rojên Şanoyê yên Zarokan wê rojên îro (18'ê Tebaxê) li Kampa Serêkaniyê, di 29'ê Tebaxê de li Kampa Waşokanî û li Navenda Çand û Huner a Xabûrê ya Hesekê bi 2 lîstikên zarokan dewam bikin.
Projeya şanoya zarokan ji bo bibîranîna 5 zarokên keç tê lidarxistin ku li gundê Şemoqa yê Til Temirê di 18'ê Tebaxa 2022’yan de di êrişa dewleta Tirk de hatin şehîdkirin. Ji 5 zarokan Silava Ramazan di vê êrişê de bi giranî birîndar bû û 1'ê Îlonê şehîd bû. Silava Ramazan di Komuna Filman a Rojava de di filmê Çîrokên Bajarên Wêrankirî yê li ser Şengal, Kobanê û Ceza de di beşa Kobanê de weke lîstikvana zarok cih girtibû.