Pirtûka bi navê "Zargotina Çîyayê Sîpanê" ku ji destan, çîrok û meselokan pêk tê derket.
Pirtûk ji aliyê Kenan Subaşi ve hatiye amadekirin û ji Nûbiharê derketiye. Nivîskar û hîndekar Kenan Subaşi ligel çîrokbêj Hecî Mihemedê Hecî Mistefa axiviye. Ji vê axaftinê pirtûka navbuhurî amade kiriye.
Di vê pirtûkê de ji alîyê îcrayê ve sê beş hene ku her sê beş jî li ser vegotina gel hatine amadekirin. Ev beş wekî destan, çîrok û meselok ji hev hatine veqetandin. Di pirtûkê de agahiyên li ser van dane û ji devê çîrokbêj ew destan, çîrok û meselok hatine pêşkêşkirin.
Nûbihar di nivîsa danasîna pirtûkê de van tiştan dibêje; “Herçiqas di vegêranên gelî da sînorên cureyan pir ne teqez bin jî, vegêranên di vê xebatê da bêtir nêzî kîjan cureyan bûye di bin wê beşê da cih hatiye dayin. Bo nimûne herçiqas şaxa Rustemê Zal şaxeke destana lehengî ya mîtolojîk be jî di îcraya çîrokbêj da bêtir nêzî vegêrana çîrokî/xeberoşkî bûye. Loma ew di wê beşê da bi cih bûye. Îcar di serê her beşê da piştî malûmatên pênaseyî, keresteyên bi wan sernavan ra peywendîdar bêyî destlêwerdanekê, çawa ji devê çîrokbêj derketibin wisa hatine nivîsandin.”
NAVENDA NÛÇEYAN