YPJ’ê nasnameya şehîdekê eşkere kir

Çarşem 9 Sibat 2022 - 22:42

  • Fermandariya Giştî ya YPJ`ê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîd Nesîme Tetik (Arîn) eşkere kir û da zanîn di 31`ê Çileyê de ji ber nexweşiya pençeşêrê li Qamişloyê şehîd bûye.

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîd Nesîme Tetik (Arîn) eşkere kir û da zanîn di 31`ê Çileyê de ji ber nexweşiya pençeşêrê li Qamişloyê şehîd bûye.

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê got, “Em hevrêya xwe Arîn Bahoz bi rêzdarî bi bîr tînin û ji malbata wê re sersaxiyê dixwazin. Hevrêya me Arîn di pêvajoya şerê Kobanê yê giran de bi ruhekê neteweyî û berpirsyar tevlî nav refên YPJ’ê dibe û di 31’ê Çile de di encama nexwaşiya penceşêrê de li Qamişlo tevlî karwanê şehîdan bû.

Hevrê ya me Arîn ji Cizîrê ye. Ew sala 2015’an dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrişê Kobanê dikin, li hemberî van êrişan ji bo axa xwe û nirxên xwe biparêze, tevlî nav refên YPJ’ê dibe bersiva lêgerînên xwe di şoreşa Rojava dibîne. 

Di heman demê de hevrêya me Arîn bi feraseta jina azad a neteweya demokratîk di pêngavên rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê de cihê xwe girtiye. Bi taybetî pêngava rizgarkirina Minbicê bi hewara jin û gelê Minbicê ve diçe. Weke jineke azadîxwaz berê xwe dide bajarê Reqayê bi hewara jin û keçên Êzîdî ve diçe.

Di pêvajoya dermankirina nexweşiya pençeşêrê de ti caran dev ji coş û moralê xwe yê jiyanê berneda. 
Wek YPJ, em careke din ji malbata bi nirx a hevrê Arîn re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin malbatên şehîdan ku tola şehîdên me wê li erdê nemîne.”

Nasnameya şehîdê wiha ye:

-  Arîn Bahoz (Nesîme Tetîk) a li Şirnexê ji dayik bûye, keça Fatma û Osman, li Qamişloyê, 31´ê Çileyê 2022´yan ji ber nexweşiyê şehîd bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.