YPJ wê tola hevrêyên xwe hilîne
Pêncşem 21 Nîsan 2022 - 22:24
- YPJ'ê ragihand ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker a 20´î Nîsanê berêvarê li Kobanê bi balafira bêmirov a bi çek de 3 hevrêyên wê şehîd bûne.
YPJ'ê ragihand ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker a 20´î Nîsanê berêvarê li Kobanê bi balafira bêmirov a bi çek de 3 hevrêyên wê şehîd bûne. YPJ´ê got,
"Çawa ku me ti carî tola şehîdên xwe li erdê nehiştiye, em ê niha jî tola hevrêyên xwe ji neyaran re nehêlin."
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) li ser êrişa dewleta Tirk a dagirker a doh li Kobanê bombe li wesayitekê barandin, daxuyaniyek da.
YPJ'ê ragihand ku di vê êrişê de 3 hevrêyê wê şehîd bûne û biryardariya ji bo hilanîna tola şehîdan dubare kir.
YPJ´ê got, “Dewleta Tirk a dagirker dijminahiya hêz û vîna jinan dike, di roja 20’ê Nîsana 2022’yan de hevrêyên me Dilar, Ronahî û Kobanî dema ku li ser erka xwe bûn, bûne hedefa êrişa balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker û di encamê de şehîd bûn.”
YPJ´ê ji bo şehîd Dilar Heleb got, “Heval Dilar Heleb, endama Fermandariya YPJ'ê ya Kobanê bû sala 2012’an li Helebê bi coş û kelecaneke mezin û bi bîr û baweriya welatê azad, cihê xwe di nava şoreşa Rojava de girtibû.”
YPJ´ê ji bo şehîd Ronahî Kobanê jî got, “Heval Ronahî Kobanê sala 2014’an bi bandora berxwedana Kobanê ya destanî, ji bo azadî, rûmeta jinê û ya gelê xwe li hember hovîtiya çeteyên DAIŞ´ê tevlî nav refên YPJ’ê dibe û li Kobanê weke bi hezaran hevalên xwe li ber xwe dide û di vê berxwedanê de birîndar dibe. Bi vîneke mezin wê cihê xwe di pêngava Reqayê de jî girt.”
Nasnameya şehîdan wiha hat eşkerekirin:
* Dilar Heleb (Ranya Henan) keça Necah û Remzî ya sala 1988´an li Efrînê ji dayik bûye, 20´ê Nîsana 2022´yan li Kobanê şehîd bû.
* Ronahî Kobanê (Rodîn Ebdilqadir Mihemed) keça Emîne û Ebdilqadir a sala 1996´an li Kobanê ji dayik bûye, 20´ê Nîsana 2022´yan li Kobanê şehîd bû.
* Kobanî (Cihan Nidal Elî) keça Celîla û Nîdal a sala 2003´yan li Kobanê ji dayik bûye, 20´ê Nîsana 2022´yan li Kobanê şehîd bû.
NAVENDA NÛÇEYAN