- Newroz Ehmed: Weke artêşeke jinan a profesyonel di çarçoveya biryara me ya ji nû ve avakirinê de, li hemberî teknolojiya dijmin xweparastin, bi rengekî herî baş xwebirêxistinkirin wê bibe bingehê serketinê. Bi şêwazê tîmên bitevger ên profesyonel xwe birêxistinkirin, dê azadiya jinan û parastina axê misoger bike.
Konferansa 3´yemîn a YPJ’ê doh bi dawî bû. Di encamnameya konferansê de hate gotin. “Em konferansa xwe li şehîdên şoreşê, li dayikên şehîdan û li tevahiya jin û gelên welatparêz û têkoşer pîroz dikin û em soza azadî û serketinê didin jinan û mirovahiyê.”
Konferansa Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ya 3´yan bi dirûşma “YPJ hêza misogerkirina azadiya jinan, parastinê axê û têkbirina dagirkeriyê ye” şemiyê dest pê kir û doh bi eşkerekirina encamnameyê bi dawî bû.
400 delege, fermandarên YPJ’ê, endamên Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Newroz Ehmed û Sozdar Dêrik, nûnerên Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kongra Star, Hêzên Parastina Civakî-Jin (HPC-Jin) û nûnerên hêzên Koalîsyona Navneteweyî beşdarî konferansê bûn.
Piştî ku konferans bi dawî bû, Newroz Ehmed encamname xwend. YPJ`ê di destpêka encamnameya xwe de 1`ê Gulanê, Cejna Karkeran a Cîhanê li jinên karker, li karker û têkoşerên azadiyê hemûyan pîroz kir, her wiha Cejna Remezanê li alema Îslamê pîroz kir.
Ji bo statuyê xweparastin pêwîst e
Paşê Newroz Ehmed got, “YPJ îlhama xwe ji mîrateya giranbiha ya gerîlayên jin digire, îro li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê bûye hêza parastina jinan hemûyan û di oxira parastina welat û axê de bi sedan destanên lehengiyê hatine nivîsandin.”
Wê bi bîr xist ku jinên înternasyonalîst ên ku îlhama xwe ji Şoreşa Rojava girtine, tevlî nava refên YPJ’ê bûne.
Di encamnameyê de îşaret bi şert û mercên heyî hate kirin û wiha hate gotin: “Her çendî ji ber şert û mercên heyî konferansa me dereng hate lidarxistin û di roja îro de jî gef û êrişên giran hene, lê ji bo em bikarin van êrişan têk bibin û xwe ji wan re amade bikin, ev konferans xwedî girîngiyeke dîrokî bû. Di konferansa me de nirxandin û perspektîfên girîng derketin holê.”
Têkildarî êrişên îmha û înkarkirinê yên li dijî tevahî jinan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî YPJ`ê di encamnameya xwe de got, “Hevalên me yên qedirbilind tev li karwanên şehîdan dibin û gelê me rastî hovîtiyeke mezin tê. Îro em di navenda şerê cîhanê yê sêyemîn de cihê xwe digirin û wek hêzeke diyarker bi rola xwe radibin. Ji bo em karibin herêma xwe ji dagirkeriyê biparêzin û statûya rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li seranserî cîhanê bidin naskirin, her wiha yekbûneke xurt bi tevahî jinên Rojhilata Navîn û cîhanê re ava bikin, pêdiviya me bi xweparastinê heye.
Parastina li dijî pergala modernîteya kapîtalîst û hêzên dagirker jî bi stratejiya şerê gel ê şoreşgerî pêkan e. Li hemberî me dijminek heye ku hewl dide me bixe nava pençên xwe yên qirkirinê. Ji bo wê, em jî bi feraseteke rast a parastinê dikarin bersiva êrişan bidin.”
Tîmên bi tevger ên profesyonel
Newroz Ehmed got, di çarçoveya pêngava ji nû ve avakirinê de wan pergala YPJ’ê di ber çavan re derbas kiriye: “Weke artêşeke jinan a profesyonel di çarçoveya biryara me ya ji nû ve avakirinê de, li hemberî teknolojiya dijmin a bipêşketî xweparastin, her wiha li hemberî polîtîkayên qirêj ên şerê taybet bi rengekî herî baş xwebirêxistinkirin wê bibe bingehê serketinê. Li gorî vê bi şêwazê tîmên bitevger ên profesyonel xwe birêxistinkirin, dê azadiya tevahiya jinan û parastina axê misoger bike.
Li Efrîn, Serêkaniyê û li Girê Spî Rojane bi dehan êriş û konseptên nijadperestiyê pêk tên. Hêzên dagirker dest dirêjî mêjî û bedena jinan dikin, xaka me talan dikin û li dijî gelê me komkujiyan dikin. Her wiha bi gelek rêbazên cuda êrişên xwe yên hewayî li ser xaka me, li ser çeperên şervanên me didin meşandin. Lê careke din em hêza xwe ji şehîdên xwe digirin. Şehîdên me rêya tekoşîn û zaferê nîşanî me didin. Em ê zêdetir xurt bibin û bi her awayî hewldanên dagirkeriyê têk bibin.”
YPJ`ê di dawiya encamnameya xwe de got: “Ji bo em karibin teknîk û taktîkên dijmin têk bibin, xakên xwe yên dagirkirî rizgar bikin û azadiya jinan misoger bikin; konferansa me bi israr û biryardariyeke xurt biryar wergirtin. Li ser vî bingehî em careke din konferansa xwe ya YPJ’ê ku bi slogana ´YPJ hêza misogeriya azadiya jinan, parastinê axê û têkbirina dagirkeriyê ye” li şehîdên şoreşê, li dayikên şehîdan û li tevahî jin û gelên welatparêz û têkoşer pîroz dikin û em soza azadî û serketinê didin jinan û mirovahiyê.”
ANHA/HESEKÊ