Yekîneyên Parastina Jinê di 4’ê Nîsana 2013’an de hate avakirin 10 sal in ji bo parastina hebûn û destkeftiyên jinan têdikoşe. YPJ’ê li ser dîrok û têkoşîna jinan a bi salan hate avakirin ku îro bûye îlham ji tevahî jinên cîhanê re. Bi boneya 10’emîn salvegera Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) merasimeke girseyî hat lidarxistin.
Merasîma leşkerî ya YPJ’ê bi silavdayina leşkerî û dirûşma “YPJ’ê misogeriya parastina nirxê şoreşa jinê ye” destpê kir. Her wiha qada merasimê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, Dayika Uweyş û pakrewanên azadiyê, alên YPJ/YPG hatin xemilandin.
YPJ bi felsefeya Rêber APO ava bû
Piştî deqeyek rêzgirtinê Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Newroz Ehmed axivî û got;“Vê roja pîroz bi navê hemû şervanên azadiyê yên YPJ’ê di serî de li Rêber Apo ya ku afrînerî fikir û jiyana azad û hebûna xwe ji bo tevahî gelê azadîxwaz û jinan daye, ji vir heta Îmraliyê li Rêber Apo pîroz dikin. Vê roja pîroz di şexsê dayika Uweyş de hemû dayikên ku têkoşîn kirine û heta niha berxwe didin, pîroz dikin. Em rojbûna tevahî mirovên azadîxwaz, têkoşînvan ji bo demokrasiyê li ber xwe didin, li hemû gelê cîhanê pîroz dikin. Yê ku felsefeya azadiya jinê diyarî kir û xwe da naskirin û îradeyek xurt da ava kirin û xist têkoşînê Rêber Apo bû. Me bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo xwe naskir û azadî encax bi têkoşînek bê hempa bi dest dikeve.”
Azadî bi hêsanî nayê bidest xistin
Newroz Ehmed da zanîn di sala nû de ji tevahî jinan re azadî diwazin û got: “YPJ’ê vê da ber çavan ku azadî bi têkoşînê bi dest dikeve. Li hember çeteyan têkoşînek mezin hate dayîn. Avabûna YPJ’ê îro ji bo hemû jinên azadîxwaz û ji bo hemû gelê bindest bû hêvî. Pêvajoya ku niha jî em tê de dijîn, çi herêmê û cîhanê dibe vê da diyar kirin ku vê sedsalê bikin sedsala jinê. divê em hin xurt bibin û bi watedir bikin û têkoşîna xwe xurt bikin. Herêmên me yên dagirkirî rizgarkirina wê gava esasî ye. Li kêleka wê qasî me naskir ku ev pirskirêk me hemû jinan e ku jinên ku li hember koletî û desthilatdarî tên û bi îşkencê re rû bi rû dimînin divê li kêleka wan bin. Divê hemû jin û netew, mozaîka ku hatiye avakirin, em ji bo tevahî jinan bikin mînak û vê sedsalê bikin a jinan.
Di serî de em vê rojê li hemû jinên azadîxwez, têkoşer ên ku di nava YPJ’ê de cih digirin û ji bo azadiya xwe têkoşîn dikin em pîroz dikin. Ji bo hemû gelan li ser esasê fikir û felsefeya netewa demokratîk bikin mînak, bûye sembola hemû kesan. Careke din em vê rojê û vê vejînî li Rêber Apo, tevahî hevalan û şehîdên şoreşê ku îro em bi saya wan li vir li ber xwe didin bi bîr tînin û vê rojê li wan pîroz dikin.’’
Paşê ji bo rojbûna Rêber Abdullah Ocalan û damezrandina Yekîneyên Parastina Jinê dar hatin çandin.
Herî dawî jî şervan û fermandarên YPJ’ê govend gerandin.
NAVENDA NÛÇEYAN