YJŞ hesabpirsîn e 

Nûçeyên Jin

Çarşem 10 Adar 2021 - 01:44

Şervanên YJŞ'ê di 8'ê Adarê de serdana Goristana Şehîdên Koço kir û bi merasîmekê biryardariya xwe ya li dijî gef û êrişên dagirkeriyê nîşan dan. Di merasîmê de hate destnîşankirin ku cihên komkujiyan wê ji bo wan bibe cihên hesabpirsîna ji dagirkeran. 

Di merasîma li goristanê de ji fermandarên YJŞ'ê Axîn Întiqam axivî û got, "Em îro weke YJŞ'ê di vê roja serhildanê û pîroz de em hatine cihê birînên xwe yên ku qalik negirtine. Di vê rojê de hem xemgîniyeke mezin hem jî bi hêrsa tolhildanê, hêrsa tolhildana van şehîdan em hatin Şehîdgeha Koçoyê."

Axîn Întiqam destnîşan kir ku li dijî her cûre êrişên gengaz ên li dijî civaka wan ew amade ne bersivê bidin, li ber xwe bidin.
Şervanên YJŞ'ê piştî merasîma leşkerî kulîlk danîn ser gorên şehîdên Koço û bi konvoyekê li biryargehên xwe vegeriyan.

ANF/ŞENGAL

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.