- Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E) kongreya xwe ya 3´yan li bajarê Elmanyayê Darmstadtê li dar xist.
Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E) kongreya xwe ya 3´yan li bajarê Elmanyayê Darmstadtê li hola Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li dar xist. Kongre diyarî xaziya YPJ´ê Gulistan Aksoy (Hevî Gabar) a li Berlînî derman dibû û jiyana xwe ji dest dayî hat kirin.
Piştî rêzgirtina şehîdan û hilbijartina dîwanê rapora YJK-E’yê ya ji bo kongreyê hat xwendin. Zeynep Dersim axaftina destpêkê ya kongreyê kir û got, "Serokatiyê ji milet û xebatên me yên li ewrûpayê re silav kirin. Rojeva sereke azadiya serokatiyê ye. Em ê berxwedana Heftenînê jî û berxwedana li dijî qirkirina jinan jî bi xurtî bikin."
Bi Kurdî bipeyivin
Delegeyan di kongreyê de bi nirxandinên xwe îşaret bi têkiliya kolewarî ya navmalê ya bi mêran re kirin û xwestin li dijî vê têkoşîn bê xurtkirin.
Ji TEV-ÇAND’ê Narînxan Cizîrî ya delege got, "Ji jinan hemûyan rica dikim, li mala xwe bi zarokên xwe re bi Kurdî bipeyivin."
Ji Jinên Ciwan ên TÊKO-JIN’ê Gulistan jî got, "Em dixwazin malbat zarokên xwe bînin komeleyan. Divê ew gelekî bêhtir bi qîmetê Kurdî zanibin."
Li ser navê FCDK-KAWA, hevserok Songul Çelik jî got, "Tevgera Kurd û jinên Kurd ji dinyayê re mînak in. Keda serokatiyê di vê de gelek e."
Kongreya YJK-E’yê ya 3´yan bi plansazî, hilbijartina rêveberiya 5 kesî û muzîka xebatkarên NCDK´a Darmstadtê bi dawî bû. DARMSTADT