Weşanxaneya Lîsê pirtûkeke helbestê ya nivîskar û helbestvan Yildiz Çakar a bi navê “Mohra Reş” çap kir.
Yildiz Çakar, beriya romanan binivîse, helbest dinivîsandin û pirtûkeke wê ya bi navê “Derî” ya helbestan hatibû çapkirin. Lê piştî nivîsandina helbestan, wê meyla xwe bêhtir da ser romanan û romanên bi navê “Gerîneka Guernîcayê”, “Ev Rê Naçe Bihuştê” û “Deriyê Winda” nivîsandin.
Piştî nivîsandina çend romanan ew bi pirtûka xwe ya nû ya “Mohra Reş” dîsa berê xwe dide helbestê û xwendevanên xwe bi helbestên xwe kêfxweş dike.
AMED