Yên xwestin tine bikin tine dibin

Gulîstan ÇIYA ÎKE nivîsand —

Duşem 23 Mijdar 2020 - 23:27

Gelê Bakurê Kurdistanê bi dehan sale li dijî dewleta tirk ya dijminê Kurd, qirker û dagirker têkoşîn û berxwedanek dîrokî raber dike. Ev berxwedan her tim wekî berxwedanek zor, destanî û dîrokî pêş ket. Îro jî bi navê gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê berxwedanek lehengî dewam dike. Eger zilim û zora li Bakurê Kurdistanê li dijî gel pêk tê li deverek din ya cîhanê ba, dê li wê derê bêdengiya mirinê serwer bibûya. Lê îro tevî ku her bajar, navçe û gundê Bakurê Kurdistanê kirine girtîgeh jî, gelê Kurd teslîmî vê zilm û zorê nabe, li ber xwe dide. Jin, mêr, pîr û kal; bi hezaran Kurdên têgehiştî avêtine zîndanan. Gelê Kurd tevî vê jî li ber xwe dide. Bi vî rengî careke din nîşanî dinyayê da ye ku, gelê herî zane û polîtîk yê dinê ye. Gelê Kurd bi vê heqîqeta xwe, bûye roja gelên cîhanê. Çawa ku roj bi bêjingê nayê nixumandin, ew ronahiya ji gelê Kurd belav dibe û ew hêviya ev gel dide mirovahiyê jî nayê tarîkirin.
Gelê Kurd tevî ku sedsale di bin zilim û zoreke qirker de ye, li ser piya ye û serî netewandiye. Bi taybetî bi têkoşîna bênavber ya 50 salên dawî dayî, bûye gelekî wisa ku nayê tinekirin. Lê dewleta Tirk ya dijminê Kurd, bi israr e ku Kurdan qirr bike, kok lê biqelîne. Ji ber vê sebebê dema dibîne Kurd li pêşberî wê li ser piya ne, vê carê dîn û har dibe. Li gel hemû pêkanînên qirêj, der-mirovî, bêexlaq û bêwijdan jî nikare bigehe armanca xwe. Çima? Ji ber ku ev gel bi têkoşîn û heqîqeta xwe her roj rih û hezkirina azadiyê û berxwedanê diafirîne. Her wekî dara berû, vê fikir û çandê rayên xwe berdane kûrahiyan. Çiqas bibirin, çiqas bişewitînin, ew dîsa li ser koka xwe ji nû ve şîn dibe. Niha li dijî êrişa kokqelandinê, bi berxwedana li ser kokên dîrokî, têkoşîneke mezin pêk tê. Divê her Kurdistanî, her mirovê Rojhilata Navîn û her dinyayiyek vê rastiyê bibîne.

Ev berxwedana mezin ya gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê hemûyî ye. Îro li Kurdistan, Tirkiyê, Rojhilata Navîn û dinyayê desthilata ji bo mirovahiyê ti meşrûiyeta wê nemayî desthilata AKP-MHPʼê ye. Ya rastî, vê desthilatê li gel xwe serê Tirkiyê jî xwariye, ew têk biriye. Wisa lê nenêrin, zirzopiyê dike, wiha wiha dibêje. Desthilata herî lawaz ya dinê ye. Welatek desthilata wê ewqas lawaz be, mirov nikare behsa hêza wî welatî bike. Êrişên pêk tîne hemû û gavên davêje, li pêşberî tinekirina xwe û tirkiyê pêk tên. Ne desthilata heyî, ne jî Tirkiyê di dinyayê de ti bandor û îtîbara xwe nemaye. Tenê bûye enstrumanek ku hin dewlet ji bo polîtîkayên demkurt û berjewendiyan bi kar tîne.
Ti hêzê nedikarî vê desthilat û dewletê ewqas teşhîr bike û bîne noqteya tinebûnê. Ji bo tinekirina tevgera azadiya Kurd hemû rezervên xwe yên maddî û manewî xerc kir, lê nekarî sekna azadiyê ya gelê Kurd û tevgera azadiyê tine bike. Ew bixwe ketiye qonaxa tinebûnê. Niha behsa dema piştî Erdoganî û jinûveavakirina Tirkiyeya piştî Erdoganî tê kirin.

Her çiqas desthilata AKP û Tayyip Erdogan behsa 'demek nû' ya demokrasî û edaletê bike û hewl bide dinyayê bixapîne jî, ev 'hewara' wan bê encam e. Desthilata şer jî nikare Tirkiyeyê rizgar bike. Bivênevê divê li Tirkiyê guherîn û veguherînên radîkal pêk werin. Bi vî rengî êşên Kurdan û hêzên demokrasiyê kişandî, dê bibe xwedî wate. Xelata berxwedan û bedelên mezin yên dema berxwedanê, mutleq dê Tirkiyeya demokratîk, Kurdistana azad û Rojhilata Navîn ya demokratîk be.

Ew êrişên desthilata AKP-MHP li Kurdistanê pêk tîne, bi rastî jî hewldanên dawiyê ne. Em vê wekî gotineke grover, an propagandayê nabêjin. Rewşa rast ya desthilata AKP-MHP di nav de ye ev e.

Di rastiya Kurd û Kurdistanê de êdî zelal bûye ku ev qanûna jiyanê ye. Belê, zilm û zorî heye; lê ger li ber xwe nedî tê winda bikî; enceq dema li ber xwe bidî, tê serkeftineke mezin bi dest bixî! Ma ya ku niha ya pêk tê çiye? Tam niha, ev pîvana zêrîn ya jiyan û têkoşîna azadiya Kurdane, pêk tê. Tevî bedêlên mezin, serkeftin û zaferên mezin yên berxwedanê wekî rojê hiltên.

Kurd hemû, gelên herêmê û mirovahî divê berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê bibîne, vê berxwedanê destek bike û pê re bibe yek. Ji ber ku di dawiya vê berxwedanê de ne tenê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û mirovahî dê qezenc bike. Di serî de jin, hemû beşên civakê, bawerî û nasname wê qezenc bikin.

Em jî gelê Kurd, jin, ciwan û hemû beşên civakê ku bi berxwedanê paşerojek wiha pêşkêşî me kirine silav dikin, li ber berxwedana wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Berxwedana wan, berxwedana me ye. Ji bo layîqê wan be, li her deverê dê berxwedan bi xurtî dewam bike.

Fermandarê leheng yê Sûra Amedê Çiyager Hêvî bi bawerî û pêşdîtin gotina 'Dê dawî muhteşem be' qêriya bû. Bi hêviya ku ev heqîqet mîna Kurdistana azad, Tirkiye û rojhilata Navîn ya demokratîk pêk were.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.