Yên ku çete direvandin hate girtin

Duşem 3 Hezîran 2024 - 00:49

Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên girêdayî QSD’ê di 30ˊê Gulanê de li gundê Ebû Curn ê Til Hemîsê operasyonek pêk anî. Li gorî daxuyaniya QSDˊê, TOLˊê di operasyonê de Ebdullah Mihemed Îbrahîm (Ebî Hîşam) girt. Di daxuyaniyê de hat gotin terorê hatiye girtin malbatên çeteyên DAIŞˊê, bi taybet zarokên bi navê ˊEşbal El Xîlafeˊ û jinên rêxistinê ji kampa Holê direvandin û digihandin herêmên bejahî yên Sûriyeyê yên di bin kontrola çeteyên DAIŞ’ê de û piştî re ber bi herêmên di bin kontrola dewleta Tirk a dagirker de dişandin. Li wan herêmên serçeteyên DAIŞ’ê hene. Ev çeteyê bi navê Ebî Hîşam bi wan serçeteyan re di nava têkiliyê de bû. TOL’ê anî ziman ku wan telefona Ebî Hîşam desteser kir, li kêlek wê jî 2 nasmaneyên ku hewl dida xwediyên wan ji kampê birevîne, desteser kirin.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.