- Hêdîxan Mecîd, gelekî ji werzîşê hez dike. Hezkirina wê, kiriye ku ew bibe wênegira werzîşê. Li meydana futbolê, bi hezkirin wêneyan digire.
TERZE TEHA / JÎNHA/SILÊMANÎ
Hêdîxan Mecîd, gelekî ji werzîşê hez dike. Hezkirina wê, kiriye ku ew bibe wênegira werzîşê. Li meydana futbolê, bi hezkirin wêneyan digire. Hêdîxan Mecîd yekem wênegira jin a werzîşê ye li Silêmaniyê û di heman demê de lîstikvana futbolê ye jî. Timî kamereya wê li milê wê ye û hewl dide di lîstikên werzîşê de wêneyên herî xweşik bigire.
Arşîv jî dike
Hêdîxan Mecîd dide zanîn ku bi xwe dixwaze di nava deqeyekê de wêneyê lîstikvanan û tiştan bi kite kit bigire, û dibêje, “Ez gelekî pê kefxweş dibim, dema di deqeyekê de dixwazim wêneyekî bigirim. Dema ku ez wêne digirim, ez wisa hîs dikim ku ew jî hestên min hîs dikin. Dema ku top bilind dibe yan ji lîstikvan li pey topê dibeze, ji bo min dema herî xweş a wênegirtinê ye û ez hewl didim wê hesta xwe, wê kela canê xwe ya ku wê kêliyê diqewime, derxim holê. Di nava du mehan de min du hezar wêne girtine û min ew arşîv kirine. Ez van wêneyan di malpera xwe ya tora civakî ya facebookê de belav dikim.”
Bila ragihandina jinê dakeve meydanê
Di dema wênegirtinê de divê di nava lîstikê de be; heta carekê top hatiye, lê ketiye jî. Hêdîxan dibêje, “Carekê top li min ket, lê ew jî normal e, ez gelekî ji topê hez dikim. Êşa wê ne gelek bû, heger êş jî hebe ji ber topê ne pirsgirêk e. Ez tenê wêneyên werzîş û lîstikvanan nagirim, gelek caran wêneyê hundir jî digirim û dixwazim wêneyê herî xweşik bigirim. Ez gelekî kefxweş im ji ber ku wênegira jin a werzîşî ya yekem ez im. Hêvîdar im jin werin nava lîstikê û bibin kedkarên ragihandina werzîşî. Ji lewre, ji sedî 99’ê lîstikvanan mêr in û lewre ez dixwazim ragihandina jinê jî werin nava qada werzîşê.”
Lîstikvana futbolê ya salê bû
Hêdîxan Mecîd 31 salî ye, ji 20 saliya xwe ve her tim werzîşê dike û lîstikvana futbolê ye. Sala 2017’an bû lîstikvana bijartî ya Iraqê. Sala 2016’an beşa werzîşê li zanîgeha Silêmanî temam kir. Piştî ku hat meydana werzîşê, gelek ji ragihandinê hez kir û xwesteka wê ya ji bo werzîşê zêde bû. Destpêka sala 2022’an bû wênegira werzîşê û xwedî nasnameya yekîtiya futbolê ya Iraqê û ya herêma Kurdistanê ye.