Yekem portreyê Nietzsche

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 7 Îlon 2023 - 18:28

Portreyê fîlozofê Elman Friedrich Nietzsche yê ku sala 1894’an şêwekar Curt Stoeving çêkiribû, dê li “Muzeya Stiftung” ya li Weimarê cara ewilî di pêşangehekê de were nîşandan. Ev portre weke wêneyê ewilî yê Friedrich Nietzsche jî tê zanîn.

Dema Nietzsche 50 salî ye Curt Stoeving ji ber fotografekî wî vî portreyê wî çêdike. Di pêşangeha Nietzsche de gelek fotografên wî yên di arşîva wî de jî hene. Di nav arşîvê de tabloyê Hans Olde yê ku Nietzsche teswîr kiribû jî heye. Nietzsche hinek jî bi saya vî wêneyî hate naskirin û xelk bêhtir wî bi vî wêneyî bi bîr tîne.

Portreye Curt Stoeving çêkirî, bi destûra xwîşk û diya Nietzsche hatiye çêkirin. Wê demê ew li nexweşxaneyê bûye. Beriya Nietzsche li nexweşxaneyê rakeve, ti kesî ew teswîr nekiriye. Xwîşka wî bi saya hunermendan dixwest îmaja wî nede jibîrkirin û destûr da ku hunermend teswîrê wî çêbikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.