Yekem Dîdarî Mam Celal u Kuriş Laşayî

Hesen QAZÎ nivîsand —

În 22 Tîrmeh 2022 - 21:09

  • Sazmanî Înqîlabî Hîzbî Tûdey Iran", biryaryan dabû ke nwênerêk binêrn bo lay ewan le Kurdistan

Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (134)

Dirêjey wutuwêjî Selah Reşîd legel Mam Celal

- Ey  başe peywendî êwe legel çepekanî Iran da çon durust bû?

- Be heman rêga, ew grûpe ew care be rêyekî tirewe peywendiyan be êmewe kird, her weha ewan dengyan geyand buwe Ewrûpa, cema'etêk le Ewrûpa peyda bûn be nawî "Sazmanî Înqîlabî Hîzbî Tûdey Iran", biryaryan dabû ke nwênerêk binêrn bo lay ewan le Kurdistan. Ew nwênere Dr. Kurişî Laşayî bû, duwayî lay ême nawî le xoy nabû Dr. Celal.

Ke Dr. Celal hat, min le Bexda bûm û lewê yektirman bînîm, zu têgeyiştim ke Kemal Fuad rastî kirdbû, boçûnman le yek nizîk bû, gutî: "Wela min hatûm le rêy êwewe biçmewe bo lay Mela Aware û biraderanî tir le Kurdistanî Iran." Minîş gutim: "Zor zor başe, biro qiseyan le gel da bike û rêkbikewin".

Înca çû bo lay Mela Aware û biraderekanyan, lew kate da Mela Aware yekêkî nardbû bo lay ême, bo meseley hawkarîkirdinyan êmeş çek û pare û fîşekî zorman bo nardin û pêşman gutin, herçîtan dewê ême amadeyn hawkarîtan bikeyn.

Lew katane da komelêk le gencekanî ême be serokayetî Newşîrwan Mistefa û Şazad Saîb, hemas girtbûnî û amade bûn ke îltîhaqyan pêwe biken û legelyan îş biken. Rastîyekey êmeş pêman xirap nebû, belam lew kate da ke Dr. Celal çûwe layan, hem Îsma'îlî Şerîfzade û hem Mela Awarey bînîbû. Ke gerayewe reêkî zor başî le seryan le la durust bûbû, boçûnyan wa bû ke ewane komelêk gencî zor başin, heta kaxezêkî  Îsma'îlî Şerîfzadey bo min hênabû, wa bizanim ew nameyem her mawe.

Îsma'îlî Şerîfzade, zor be dostanewe le namekey da bas ekat û elê: "Pêwîstîman be amojgarî siyasî û hawkarî êwe heye", çend pirsyarêkî lê kirdbûm derbarey barî siyasî dinya û nawxo û şerî pêşmergane, ew pirsyaraney ke ew roje girîng bûn, minîş 30 laperem bo nûsî, belam be daxewe ew nameye duway şehîd kirdnî Îsma'îlî Şerîfzade le termekey da gîra û Iran kirdî be belgeyek dij be min.

Hêşta ême peywendîman be tewawî legel Iran nepçirabû, mamosta Îbrahîm le Taranewe hatibûwewe Bexda, 'Umer Debabeyan dîbû, hereşeyan lê kirdbû û gutbûyan: "Namey Celal Talebanî gîrawe, ew dest le karûbarî Iranewe wer edat, ême ranawestîn û pêtan elêyn: welahî biçête baweşî 'Ebdulnasirîş eykûjîn".

Kak 'Umerîş, xoy asayî gutbûy: "Êmeş eger şa biçêtewe naw sikî daykîşî eykûjîn", 'Umer Debabeş hereşekey awha gewre kirdibûwewe û buwe qire le nêwanyan da.

Peywendî legel Kurdistanî Iran

- Ew hawkarye siyasî û pêşmerganey êwe legel ew grûpe çepaney Kurdistanî Iran da, çendî xayand û le çi astêk da bû?

- Ême peywendî siyasîman hebû, belam pêşmergane kemtir bû, ewe bû ke ême peywendîman legel da kirdin û yarmetîman dan, nextê bûjanewe, belam be daxewe dû şitî xirap rûy da, şehîdbûnî Îsma'îlî Şerîfzade û Mela Aware û teslîmkirdnewey [termî] Silêmanî Mu'înî buwe hoy damirkandnewey bizûtnewekeyan, be şehîdbunî ewan, bizûtneweke kotayî hat û peywendî êmeş le gelyan da tewaw bû.

Mela Mistefa, Silêmanî Mu'înî kuşt û hukûmetî Iranîş Mela Aware û Simaylî Şerîfzade yan kuşt, ewaney ke legel ewan bûn û mabûnewe helhatin û hendêkyan hatne lay ême û bûn be pêşmerge le Bekreco, nizîkey 100 kesêk ebûn, duwayî ziyadyankird, ême be temabûyn biyannêrînewe bo Kurdistanî Iran, çunke jimareşyan ziyadî kird.
Hatnî Dr. Celal, hoyek bû bo durustkirdinî peywendî çepî Iranî legel ême, ewan wek Sazmanî Înqîlabî hîzbî Tûde, rojnameyekyan der ekird be nawî (Tûde) û legel xoy çend daneyekî hênabû, îtir lew katewe seretay dostayetî nêwanman destî pêkird.

Dr. Celal gêrayewe, gutî: "Cema'etêk le ême çûnete Kûba û tedrîbyan kirdûwe, hez ekeyn ewan bigerênewe û îltîhaq biken be bizûtnewey Iranewe", êmeş gutman: "Be xêr bên serçawan".

Katê ewan geyiştin, Îsma'îlî Şerîfzade û Mela Aware her dûkyan şehîd bûbûn, boye ewan neyantuwanî wek pêwîst îltîhaq be bizûtnewekewe biken, boye naçar bûn lay ême bimênnewe û jimareyan ziyatir le 30 kes ebû.

Be manewey ewan peywendî nêwanman ziyatir berew pêşewe royişt, yekemcar gutyan, pêman başe ke tedrîbman pê biken, minîş çaktirîn mamostay xoman, 'Erîf Hemîd, ke be Hemîd Reşaş nasrabû, ramispard çon tedrîbyan pê bikat.

Êware hatewe lam be tenya û gutî: "Mame, ewane hemû şitêk ezanin boxoyan tedrîbyan kirdûwe, ewe bo xoşardnewe ye", wela minîş pêm gutin, "Ewan hemû tedrîbekan ezanin"?  Be pêkenînewe gutyan: "Belê ême le Kûba tedrîbman kirdûwe".

Bew şêweye lay ême manewe û baregaman le Bekreco bo danan û çapxaneyekman danê û destyan kird be çalakî û peywendî legel Iran, her çende xelkyan lêgîra û î'damkira, bêguman maneweyan le lay ême tesîrî fîkrî hebû, çunke însanî zor çak bûn, piyawî runakbîr bûn, zoryan xwêndinî balay zankoyan tewaw kirdbû, zor xakî û mîlî bûn.

Legel komelêk roşnibîrî Silêmanî, dostayetyan peyda kird, wek Newşîrwan Mistefa, Şazad Saîb, Bekir Husên û Mehmûdî Mela 'Êzet û hendê biraderî tir. Bew hoyewe dostayetî û peywendî legel dîwî Iran geşey kird, heta carêkyan le bîrme ke çirîk (caşî şa) legel cema'etî Barzanî hatne serman, le Helebce hendêk le çirîkekanman esîr kirdin û hênamannewe, ewan çûn bînyanin, ewe bû hendêkyanyan nasînewe, xelkî kam cêgan le Iran?

Duwayî resmyan girtin bilawyan kirdewe.

Dirêjey heye...

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.