- Du peyamên sereke li Brukselê ji bo xelkên Îranê û muxalefeta demokratîk hatin dayîn: Ev şoreşa kom, gel û neteweyên marjînalîzekirî wê dewam bike. Li dijî rejîmê divê yek bere ava bibe.
LUQMAN GULDIVÊ/BRUKSEL
Li Parlamena Ewrûpayê, bi organîzasyona Platforma Demokratîk a Îranê û Înstîtuya Kurdî ya Brukselê konferensa “Şoreşa bi pêşengiya Jinê li Îranê: Gelo werçerxeke di navbera zilm û şoreşê ye ji bo Îranê?” hat birêvebirin. Ji parlamena Ewrûpayê jî komên partiyên çep, kesk û sosyal demokrat jî destek dan konferansê. Nûnerên partiyên sereke yên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê, nûnerên aktîvîzma mafên jinan û civaka sivîl ên ji Ehwaz, Beluçistan, nû nerên partiyên siyasî yên ji Azerbaycana Îranê jî beşdarî konferansê bûn. Bi vî awayî esas konferans veguherî platformeke welê ya ku kom û neteweyên li derveyî navendên îqtîsadî û desthilata siyasî ya rejîma heyî karibin xwe lê îfade bikin. Di minaqeşeyan de rola Kurdan weke hêza pêşeng û motor a şoreşger jî bi îhtîmam hat îfadekirin.
Di rûniştina destpêkê ya konfersanê ya bi navê “Sedem û kokên krîzên li Îranê” bi rê ve çû. Akademîsyen Rojîn Mukriyan rûniştin bi rê ve bir. Beriya rûniştina yekem ji Koma Dostaniya bi Kurdan re ya Parlamena Ewrûpayê Fransuwa Alfonso peyivî û got, halê hazir ji hemû komên cihê parlamenter di nava komê de cihê xwe digirin û ew jidil ji bo doza Kurd li parlamenê xebatê dikin û doza serketinê ji konferansê û beşdarên wê re kir.
Piştre Profesorê siyasetzaniyê yê teqawît Abbas Valî behsa guhertîbûna dînamîkên şoreşa Jin jiyan azadî kir û got, “Rejîma heyî, ne yek lê sê heta çar apartheid yanî rejîmên cudakeriyê avakirin e. Ez Apartheid dibêjim, ji ber ku di warê hiqûqa navneteweyî de ev sûcek e û cezayê wê heye. Apartheida cinsî, apartheida dînî, apartheida etnîk û neteweyî. Yanî jin, ciwan û komên li keviyan marjînalkirî yên etnîk li navenda van apartheidan tên mexdûrkirin. Ji ber wê, ne ecêb û surprîz e ku vê şoreşê ji Kurdistan, Beluçistan û bi jin û ciwanan dest pê kir û her wiha belav bû. Ev şoreş ji keviyan gihişte navendan û hîna jî herî xurt li keviyan dewam dike. Û li keviyê jî bê guman Kurdistan li navendê ye.”
Nahêlin ku şoreş bê dizîn
Nivîskar û rojnamevan Behrûz Boçanî jî bal bire ser slogana Jin jiyan azadî û got, nabe ku mirov şoreşê li ser înkarkirina sedemên derketina holê ya sloganê û dîroka peydabûna vê sloganê înkar bike. Wî got, “nexasim di çarçoveya polîtîk û îdeolojîk de, ev slogan xwe disipêre rêûresma Tevgera Azadiya Kurdistanê û îdeolojiya wê ya rizgariya jinê”. Bi vî awayî wî xwest rêz ji fikr û hizrên ev slogan derxistine holê yên Rêber Abdullah Ocalan re bên girtin.” Behrûz Boçanî xasma îşaret bi wê yekê kir ku Kurd û komên din ên marjînalîzekirî li Îranê ne tenê di serdema rejîma heyî de lê belê ji destpêka damezrandina dewleta Îranê ya modern ve yanî ji sed salan û vir ve tên tepisandin û vê carê ew ê destûrê nedin ku şoreşa wan ji aliyê hin hêzan ve bê dizîn.
Jinan zor li Mewlewî Abdulhemîd jî kir
Ferîba Belûç a ku beriya bi 4 salan penaberî Ingilîstanê bûye, aktîvîsteke mafên jinan e. Wê li ser rewşa civakî ya Beluçistanê û nexasim jinan a di serdemên cihê yên sedsalên bihurî de kir. Wê got, zextên li ser Beluçiyan li Îranê ne nû ne û ne tenê yên rejîma heyî ne, ji dema damezrandina dewleta Îranê ya modern ve, ev zext dewam dikin. Wê bal bire ser wê yekê ku rejîm dji bo tepisandina şoreşa heyî ya Jin jiyan azadî, herî zêde zilmê û çewisandinê li dijî Beluç û Kurdan bi kar tîne, lê dîsa jî heta niha hêzên şoreşger li Beluçistanê çalak in. Wê got, ji dêrokê ve gelek caran jinên Beluç hatibin tepisandin di nava civakê, de gelek jinên Beluç hene yên ku di tevgerên civakî û siyasî de bi rola xwe rabûne. Wê herî dawî got, di şoreşa Jin jiyan azadî de jî nexasim piştî “îna xwînî” jinan nerazîbûna xwe nîşan da ku lîderê dînî yê Belûçan Mewlewî Ebdulhemîd navê jinan ranekiriye, û wan kir ku nava û rola jinan di metnên wî de cihê xwe bigirin.
Di vê rûniştinê de tevî minaqeşeyan, îşaret bi giringiya avakirina yek bereya li dijî rejîmê ya gel, netewe û komên Îranê, nexasim jî ya muxalefeta demokratîk hat kirin.
Kurdistan pêşengiya şoreşê dike
Li konferansê rûniştina herî zêde bal bire ser xwe, rûniştina duyem bû. Di rûniştina bi rêveberiya Dîmen Sohrabî de nûner, lîder û hevserokên sê partiyên siyasî yên sereke yên Rojhilatê Kurdistanê li cem hev rûniştin. Her sê partiyan îşaret bi wê yekê kir ku yekkirina helwêsta Kurdan wê karibe ku ew di dewamê de jî pêşengiya şoreşê bikin. Berdevkê Komele-Rêxistina Kurdistanê ya Partiya komunîst a Îranê, Îbrahîm Elîzade bal bire ser wê yekê ku Kurdistan di dema şoreşa 1979´an de jî yek ji navendên berxwedanê bû, û gava şoreş hatiye dizîn jî mîvandarî kiriye li gelek şoreşgerên Îranê. Wî got niha jî roleke weke hingê ya Kurdistanê heye û ew ê diyaloga di navbera aliyên Kurd û temamê muxalefeta demokratîk a Îranê hewl bidin.
Lîderê Hizbî Demokratî Kurdistanî Îran, Mustefa Hicrî jî bi ehemiyet got, wan tevî hemû zextan û daxwazên aliyên hundir û derve jî kariye ku şoreşê milîtarîze nekin û ev biryara wan jî biryareke erênî bûye ji bo “şoreşa Jîna”. Wî got, ji berê ve partiyên siyasî yên Rojhilat li hev rûdiniştin û pêvajoyeke diyalogê beriya şoreşê jî hebû û ew ê vê diyalogê dewam bikin.
Hevserokê Partî Jiyanî Azadî Kurdistan (PJAK) Siyamen Mûînî jî got, ew ê diyalogê û avakirina bereyeke hevgirtî ya Kurdistanê û temamê muxalefeta demokratîk a Îranê dewam bikin û bernameya xwe ya ji bo pêkanîna vê yekê jî bi şeş xalan rave kir. Wî got, heger aliyên Kurd karibin bi rola xwe rabin û yekgirtî bin, ew ê karibin pêşengiya şoreşê bikin.
Parlamtera parlamena Ewrûpayê (PE) ya ji Swêdê Evîn Încîr a ji Koma Hevgirtina Pêşketinxwaz û Demokratan jî got, ji bo ku şoreşa “Jin jiyan azad” bêhtir xuya bike li platformên navneteweyî û li Yekîtiya Ewrûpayê ew ê xebatên xwe dewam bikin. Wê da zanîn ku wan kariye bi zor û israrê bikin ku di metnên li dijî rejîma Îranê de navê Kurdistanê di biryareke PE´yê de bi cih bikin, lê ev israra wan û piştgiriya şoreşa “Jin jiyan azadî” wê dewam bike.
Vê rûniştinê di çapemeniya muxalefetê de cihekî berfereh girt.
Divê Rojava model be
Di rûniştina dawî de li derveyî Kurdistanê nûnerên komên Azerî, Ehwazî û Beluç axivîn û perspektîfa ku şoreş vê carê ji keviyan destpêkiriye û ew ê nehêlin şoreşa gelan bê desteserkirin, mutabiq bûn. Nexasim jî sekreterê giştî yê Tevgera Xebat Erebî ya Ehwazê, Seîd Hemîdûn got, niha ji 12 salan ve Rojava ji bo wan bûye hêviyek û xwest ev hêviya hanê weke modelekê bê dîtin di pêkanîna pratîkî ya şoreşa Jin jiyan azadî de.
BRUKSEL