Yek helwêst li dijî dagirkeriyê

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 9 Gulan 2022 - 22:00

  • Gelek hunermendên ji Bakur û Başûr êrişên dagirkeiryê yên dewleta Tirk rûreş kirin û peyama “Divê em bi biratî û yekîtiyekê bigihîjin hevûdu da ku em karibin li hemberî zilma neyarên xwe û dagirkeran sekna xwe nîşan bidin” dan.  

Gelek hunermend ji ANF´ê re peyivîn û lin dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û helwêsta hevkariya dagirkeriyê ya qismekî desthilata di nava PDK´ê de rûreş kirin. 

Ganî Nar: Li şûna ku em Kurd bibin neteweyeke yekbûyî, li şûna ku em bibin yek û ji bo azadî û avakirina welatekî nebindest, mixabin hinek kes hîna jî çavên xwe li lîstik û fêlên dijminên Kurdistanê re diniçiqînin. Ma em ê heta kengê azadî û biratiya xwe, destketî û serketinên xwe bikin qurbanê lîstikên dijminên xwe, dijminên axa bav û kalên xwe. Ma êdî ne bese ku em xwe bi jehra dijminên xwe bikujin.

Hoşyar Heme Ferec: Ez kirinên Tirkiyê şermezar dikim. Xuya ye ku divê Tirkiyê bigihîje vê astê û têgihîştina vê rastiyê ku bizane ev kar her tim bi diyalogê çareser dibe, ne bi hêza leşkerî. Divê vê rastiyê fêm bike ku hêz û neteweyek li Kurdistanê heye. Destdirêjîkirina beşekî Kurdistanê li ku derê dibe bila bibe, destdirêjîkirina giyana hemû welatiyên Kurd e. Hûn Kurdên Bakur, serketî bin û destên we sax bin û weke her tim serketî bin; her bijî.

Necmedîn Xulamî: Li Bakurê Kurdistanê rejîmên Tirkiyê yek bi yek sozên tinekirina PKK’ê dane; bi kêyfxweşî dikarim bibêjim, operasyonên wan hemû heta niha bê encam mane. Şoreşa rizgarîxwaziya gelê me li Bakurê Kurdistanê roj bi roj zêdetir geş bûye û bi pêş ketiye. Esas gelên azadîxwaz ên cîhanê ev xebat nas kirine, her wiha berê xwe dane wê. Ez van êrişan bi tundî şermezar dikim, ji hêzên Kurdistanî dixwazim ku bi ti awayî tevlî wan pîlanan nebin. Ew bi xwe, baş dizanin ku hikûmeta Tirkiyê, AKP dijminê sereke yê gelê Kurd e. Ew rehmê bi zarokên Kurd yê di nava dergûşê de jî nakin. Tim û daim, sûcên li dijî mirovahiyê dikin, çekên qedexekirî li dijî gelê me bi kar tînin. Ji gelê Kurd û nexasim xelkê Başûrê Kurdistanê daxwaz dikim ku li beramberî van êrişên Tirkiyê hişyar be, her wiha bila bala wan li hêzên Kurdistanî be ku bi ti awayî tevlî wan êrişên hikûmeta AKP’ê nebin. Hêvîdarim ku hunermend, kesayetî û rewşenbîr hemû li hemberî vê êrişê hişiyar bin. Hêvî dikim dagirkerên Kurdistanê bên tinekirin.

Hêmin Nanobeat: Tişta ku sosret e, ew e ka çima em ê ku yek netewe ne, em nikarin yek bin da ku ji vê zêdetir tine nebin û asîmîle nebin. Ji bo ku ew ciwanên welatê me hemû li wan behran nexeniqin, bi şanazî bijîn. Siberoja me di destê wan de ye. Erkekî niştîmanî yê her yekî ji me ye ku jiyaneke baş, pirr şanazî û aram ji bo nifşê siberojê yê gelê me ava bikin. Ji ber wê, rica li rêxistinên siyasî, ayînî û yên din hemûyan dikim, baweriya ku gel daye we bixin xizmeta netewe û gel.

Hozan Canê: Dîsa dewleta Tirk şerekî qirêj, berfireh û mezin li hemberî gerîla da destpêkirin. Ez vî şerê qirêj şermezar dikim. Bang li her çar beşên Kurdistanê dikim da ku werin, em bi hev re yekîtiya xwe ya neteweyî çêkin û vî şerê qirêj rawestînin, li hemberî wê bisekinin, bila xwîna gerîla nerije. Heger xwîna gerîla birije, xwîna çar beşên Kurdistanê dirije. Ji ber ku gerîla zarokê çar beşên Kurdistanê ne. Dewleta Tirk dixwaze bi xwîna Kurdan dîsa bigihîje armancên xwe yên qirêj û hilbijartinan. Ji we rica dikim, gerîla bi tenê nehêlin, serketin ya Kurdan e, serketin ya gerîla ye.

Hozan Aydin: Pirr mixabin e ku em dibînin û dizanin ku PDK alîkariyê dide vê êrişa dewleta Tirk. Sosret e ji bo me hemûyan, ev alîkarîdayîn ji bo çi ye? Ev zêdetirî 40 salan e ku tevgera azadiya Kurd û Kurdistanê, gerîla, PKK, ji bo azadiya welat û civaka me li hemberî dagirkeran û zilm û zordariya dagirkeran û dijminên welatê me şerekî bêhempa li seranserê Kurdistanê dike. Çi li Bakur, çi li Başûr, çi li Rojava û çi jî li Rojhilatê Kurdistanê, li her derê li dijî dagirkeran şer dike. Ya ji Kurdan tê xwestin, ya ji bo Kurdan herî rewa û mirovî ew e ku bi vê tevgerê re rabe. Ji ber ku ev tevger ji bo azadiya me hemûyan, ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê ye. Li hemberî vê tevgerê rabûn, berxtreşî û bêbextî ye.

Dikeve xizmeta dijminê me û ew jî diçe xiyanetê. Pirr mixabin wisa ye. Divê em bi biratî û yekîtiyekê bigihîjin hevûdu da ku em karibin li hemberî zilma neyarên xwe û dagirkeran sekna xwe nîşan bidin. 

Nahîde Fetahî: Hunermend, hunerhez û gelê Kurd û Kurdistanê yê hêja, ez hêvîdar im ku li hemberî rejîma faşîst a Tirk bêdeng nebin ji bo xaka Kurdistanê û helwestê nîşan bidin. Hêvîdar im ku bi yek dengî û yek rengî, xwedî helwêst bin û destê xwe bidin destê hevûdu ji bo xak û ava me, ji bo Kurd û Kurdistana me bêdeng nemînin. Erka me Kurdan, hunermend û hunerhezan û gelê dilsoz ê Kurdistanê ye ku derheqê av û xaka Kurdistanê de jî xwedî helwêst bin. 

Farûq Bapîr: Mixabin careke din dewleta Tirk a faşîst bi hincetên cuda êrişeke dirindane dibe li ser xaka Kurdistanê. Ez ji vir, vê dagirkerî û leşkerkêşiya dewleta Tirk şermezar dikim. Hêviya min ji gelê bi rûmet ê Kurdistanê ye ku li hemberî vê dagirkerî û leşkerkêşiyê xwedî helwêst be. Careke din ez vê leşkerkêşî û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar dikim. Serketin her tim ya gelê Kurd û gerîla, pêşmerge û dilsozên xak û niştîmanê ye, şermezarî ya xayinan û dijminên Kurdan e.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.