Li ber êrişan rabin!

Pêncşem 5 Gulan 2022 - 21:33

  • Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê yên li herêmên Avaşîn, Zê (Zap) û Metînayê yên li Başûrê Kurdistanê didomin.

MEHMET ASLAN / MA/STENBOL

Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê yên li herêmên Avaşîn, Zê (Zap) û Metînayê yên li Başûrê Kurdistanê didomin. Hunermendên endamên Tevgera Çand û Hunerê Kurdî ya Ewrûpayê (TEV-ÇAND Ewrûpa) li bajarê Elmanyayê Kolnê kom bûn û nerazîbûn nîşanî êrişên Tirkiyê û PDK'ê dan, wan got, ew ê tevî gel li meydanan bin. Ew amadekariyên çalakiyan dikin, ji bo vê maseya krîzê çêkirine, û bang li her kesî dikin da ku li ber van êrişan rabin.

Hunermend Denîz Deman, Hozan Comerd û Emekçî dibêjin, hunermendên Kurd divê li dijî êrişan pêşengiyê ji gel re bikin. 

Hozan Comerd got, "40 sal in, ev bar li ser milê gerîla hatiye barkirin. Îro ro, Rêber Abdullah Ocalan li seranserê cîhanê tê naskirin. Li Ingilistan û welatên din bi milyonan karker û kedkar û rewşenbîr fikrên Ocalan û pêşengiya wî nas dikin. Beirya bi çend rojan li bernameyeke ciwanan, ji 23 welatan ciwan hebûn. Hemûyan jî ji min xweştir bi Kurdî dizanibû. Hema bi vê mabe jî mirov dikare bibêje Kurd li seranserê cîhanê bi ser ketine.

PDK, bêbextiyê dike. Bawer dikim gelek pêşmerge li dijî vê dagirkeriyê ne. Naxwazin li hember gerîla şer bikin. Ne aqilê wan ne jî ruhê wan vî tiştî qebûl nake. Lê hin komên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine perwerdekirin, dixwazin li dijî gerîla şer bikin. Hunermendên rewşenbîr dikarin li dijî vî şerî jî bi rola xwe rabin."

Em gerîla bi tenê nahêlin

Hunermend Emekçî jî got, Tirkiye her tişta xwe li vî şerî xerc kiriye û hebûna xwe di vî şerî de dibîne: “Bila ji axa me biçin. Dixwazin Kurdan qir bikin. Lê Kurd qir nabin. Gerîla ti tiştî ji Barzanî naxwaze. Tenê dibêje 'dijminatiyê neke.' Heta em sax bin, em ê li pişta gerîla bin. Gerîla zarokên me ne. Em wan bi tenê nahêlin." 

Plana çalakiyan

Hunermend Denîz Deman jî got, gelê Kurd di pêvajoyeke awarte re derbas dibe, hunermendên Kurd li hev kom bûne û maseyeke krîzê ava kirine û wiha peyivî: "Me plana çalakiyan çêkir. Hunermendî, muxalifbûn û wêrekbûn e. Ji bo pêşîgirtina li şer û komkujiyan, em ê bixebitin.

Her wiha em ê hin dosyeyan ji partiyên siyasî û saziyên çapemeniyê re bişînin û em ê daxwaz bikin ku vê dagirkeriyê daxilî nava rojeva xwe bikin." 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.