Konferans PENa Kurd ji bo Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 12 Hezîran 2022 - 21:03

  • Navenda PENa Kurd ji bo ku “Zimanê Kurdî li Tirkiyeyê Bibe Zimanê Fermî û yê Perwerdehiyê” dest bi xebateke berfireh kiriye. 

Navenda PENa Kurd ji bo ku “Zimanê Kurdî li Tirkiyeyê Bibe Zimanê Fermî û yê Perwerdehiyê” dest bi xebateke berfireh kiriye. Di çarçoveya vê xebatê de li Swêdê konferans hat lidarxistin. 

Navenda PENa Kurd ji bo balê bikişîne ser zimanê Kurdî, xebateke berfireh da destpêkirin. Di çarçoveya vê xebatê de PENa Kurd/Komîteya Swêdê, bi beşdariya gelek rêxistinên Kurdan ên li Swêdê dawiya hefteyê li Stockholmê konferansek li dar xist. 

Seroka Komîta Jinên Nivîskar ya PENa Kurd Dilşa Yûsif, peyama Navenda PENa Kurd xwend û gotarek bi navê “Girîngiya Ziman, Çand û Dîroka Kurdan” pêşkêş kir. 
Rêvebirê Pedagojî&amp, lêkolerê Perwerdêyê li Zanîngeha Turku ya Finlandayê, Gewran Goyî gotara xwe ya bi navê “Zimanê Mîrasê, Perwerda Zimanê Mîrasê, Perwerda Zimanê Kurdî di çarçoveya Mîrasê de” pêşkêş kir.

Ji Înstîtuya Kurdî li Stockholmê, Mîrhem Yigît jî gotara “Xebatên Instutîyê û Zimanê Fermî” pêşkêş kir. 

Ji Weşanxaneya Apecê, Alî Çiftçî weşanxane û berhemên wê dan nasîn.

Ji Komeleya Mamosteyên Kurdî li Swêdê, Azad Josef Erdem behsa rewşa perwerdehiya Kurdî li Swêdê kir.

Heyder Diljen li ser Weşanxaneya Diljen û kitêbên dersa Kurdî peyivî.

Ji Weşanxaneya Kurdpedê Hakî Balta behsa “Weşangerî û Ziman” kir. 

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) – Swêd, behsa xebatên xwe yên li ser ziman û çandê kir. 

Nivîskar û wergêr Firat Cewerî li ser “Zehmetiyên Nivîskariya bi Kurdî” peyivî û Namo Alî Mûradî jî behsa berhemên Weşanxaneya Kîtabî Erzan kir.

STOCKHOLM 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.