Êşkence li Dengbêj Xalîdeyê kirin

Pêncşem 12 Gulan 2022 - 21:50

  • Polêsan dewleta Tirk li Stenbolê bi ser mala Dengbêj Xalîde de girt û bi êşkenceyê ew kirin nezaretê. 

Polêsan dewleta Tirk li Stenbolê bi ser mala Dengbêj Xalîde de girt û bi êşkenceyê ew kirin nezaretê. 

Polêsan doh sibehê bi ser mala Dengbêj Xalîde ya li semta Okmeydana Stenbolê de girt. Denbêj Xalîde ya ku xebatên xwe yên hunerî di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de dike, bi êşkenceyê kirin nezaretê. 

Hat zanîn ku Dengbêj Xalîde di çarçoveya lêpirsîna li dijî wê de ji aliyê polêsên tîmên taybet ve hatiye girtin. Polêsên tîmên taybet û polîsên sivîl bi ser mala wê de girt û li wê dan. Piştî lêgerîna li nava malê Dengbêj Xalîde kirin nezaretê. Hat zanîn ku polîsan deriyê mala wê şikandine û ketine hundir. 
 
Polêsan tembûr jî şikand! 

Hat zanîn ku polêsan di dema lêgerîna li nava mala Dengbêj Xalîde de tembûra Xalîde jî şikandine û tevî lênûska wê ya notayan, wan gelek pirtûk û kovarên li malê jî desteser kirine. Lêgerîna li malê du saetan dewam kiriye. Sedemê binçavkirina Xalîde nehat zanîn û ew birin Midûriyeta Polêsan a Stenbolê.  

MA/STENBOL 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.